Qirkirina daran a di bin çavdêriya leşkeran de didome 2025-11-06 11:56:27 ŞIRNEX - Dîmenên qirkirina daran a li gundê Awalê yê li quntarê Çiyayê Gabarê hatin kişandin. Tê dîtin ku cerdevan qirkirina daran di bin çavdêriya leşkeran de dikin.    Li Şirnex û navçeyên wê zêdetirî 5 sal in eko-qirkirin didome. Li çiyayên Cûdî û Gabarê û herêma Bestayê, ev 5 sal in bê navber birîna daran didome. Qirkirin bi hinceta “ewlehiyê” û di bin çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan tê kirin.    Waliyê Şirnexê Bîrok Ekîcî, di civîna “Di Rêvebirina Cemaweriyê de Cih û Girîngiya Keyayan" a 19’ê Cotmehê de gotibû: "Li Şirnexê dar êdî neyên birîn. Kesên daran dibirin em ê efû nekin."    Lêbele îcar jî dîmenên qirkirina daran ên li gundê Awalê hatin parvekirin. Di dîmenan de tê dîtin ku gelek dar hatine birîn. Bi sedan darên hatine birîn, li kêleka rê hatin danîn û li kamyonan tên barkirin.