Dikandarên biçûk ji ber marketên mezin naxebitin 2025-11-07 09:19:49 WAN -  Piştî hejmara zincîremarket zêde bûn, gelek esnafên biçûk bi tunebûnê re rû bi rû man. Esnafan ragihand ku êdî hatine asta ku nikarin debara xwe bikin û gotin ku dixebitin lê nikarin deynê xwe jî bidin.  Her ku krîza aborî li Tirkiye û Kurdistanê kûrtir dibe, welatî bi zehmetiyên debarê re rû bi rû dimînin. Welatiyên ku nikarin tiştekî bikirin, pirî caran berê xwe didin zîncîremarketan yên ku her ku diçe zêde dibin û li her kolanê hene. Esnafên biçûk ên ku welatî berê danûstendin li wan dikirin, niha bi tunebûnê re rû bi rû ne. Esnafên li taxa Xaçort a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê diyar kirin ku ew êdî nayên tercîhkirin.    Cahît Kaya ku 18 sal in dikandariyê dike diyar kir ku dijwarbûna wî ya herî mezin wekî esnaf guherînên heftane yên bihaya ne û got: "Cudahiyên bihayan û guherînên heftane yên bihayan di navbera firoşkarên me de ku em wan wekî dabînker bi nav dikin, dijwariyek e. Ji ber ku em li herêmeke gundewarî dijîn, rêza bihayên zincîremarketan bi ya me re li hev nayê. Supermarketên mezin dikarin torên xwe li her deverê ava bikin. Beşeke diyarkirî ya civakê sûd werdigire, beşek mezintir dikare winda bike. Ji ber ku teknoloji niha belav bûye, zincîremarketa dikarin bi rêya reklamê zûtir bigihîjin gel. Mirov bala xwe didin van reklaman. Bê guman, dema ku em hilberek erzantir hilnebijêrin, ev yek pir bandorê li me dike. Em îro hilberek ji tomerîfireşkî bi 5 TL dikirin, du roj şûnde ew dibe 7 TL. Ji ber van guherînên bihayan, em nikarin hilbera ku em difiroşin biguherînin."   Zekî Abî ku 25 sal in li Wanê dikandar e, diyar kir ku karsaziyên piçûk ji ber enflasyonê li ber tunebûnê ne. Abî got: "Em nikarin debara xwe jî bikin û li ser pêyan bimînin. Niha çar xwendekarên min hene. Ez ji bo wan didim xwendin. Ez tenê ji bo malbatê dixebitim. Ji ber vê yekê, ez hewl didim ku di bin şert û mercên pir dijwar de li ser piyan bimînim. Em her roj deyndar dibin. Pênc meh in, min heta ji bo hilberên ku min bi krediyê firotiye jî pere negirtiye."   Şahîn Oner ku çar sal in dikandariyê dike anî ziman ku aliyê herî dijwar ê pîşeyê wî zincîremarket in. Oner got: "Karê me ji ber van marketan kêm dibe. Aborî pir xirab e; kelûpel ji bo me biha ne, lê ew bi erzanî difiroşin û ev market bi her awayî bandorê li me dikin. Ji ber ku derfetên kar li Wanê kêm in, her kes neçar e ku li Rojavayê bixebite. Pêdivî ye ku esnaf bibin yek û li ser vê mijarê dengê xwe bilind bikin. Kirê 20 hezar TL ye, mûçeya herî kêm 22 hezar TL ye û kes nikare debara xwe bike."