Serdana şîna Yakup Tûncer kirin 2025-11-08 15:58:47   MÛŞ - Bi girseyî serdana şîna endamê HPG'ê Yakup Tûncer ku hat ragihandin li Herêma Kurdistana Federe jiyana xwe ji dest daye, hat kirin.   Ji bo endamê HPG'ê Yakup Tuncer (Erdal Tekoşer) ku hat ragihandin di sala 2010'an de li herêma Xakurkê ya Herêma Kurdistana Federe jiyana xwe ji dest daye, şîn hat dayîn. Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Hevgirtina bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER) bi girseyî serdana şîna wî hat kirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk jî di nav de gelek kes serdana şînê kirin.