Li Tekîrdagê Kurdî di bin xetereya saziyên dewletê de ye 2025-11-11 09:06:07 STENBOL - Xebatkarê Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman û Çanda Mezopotamyayê Cevdet Zîlanli, zextên li ser komeleyê nirxand û da zanîn ku bi hinceta "qanûna sûcan" 520 hezar lîre ceza li komeleyê hatiye birîn û got: "Sûcê esasî wan kiriye. Em ê li dijî van zextan têkoşîna xwe bidomînin." Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman û Çanda Mezopotamyayê di 18'ê Gulana 2024'an de li navçeya Çerkezkoy a Tekîrdagê hate damezrandin. Komele bi taybetî li ser Kurdî lêkolîn û atolyeyan li dar dixe û perwerdehiya amûrên muzîkê jî dide.   Ji roja hatiye avakirin heta niha komele li ser medyaya dijîtal rastî êrişan tê, li ber deriyê wê her tim polîs û wesayîtên zirxî disekinin. Piştî hedefgirtina komeleyê, komole ji aliyê Şaredariya Çerkezkoyê, Qaymeqamtiya Çerkezkoyê û Midûriyeta Perwerdehiya ya Çerkezkoyê û Midûriyeta Emniyetê ya Tekîrdagê ve rastî tundî, astengî, ceza û gefxwarinan hat.        Komeleya ku ji aliyê hemû saziyên dewletê ve rastî êrişan tê, gelek caran ji aliyê zabitayên Şaredariya Çerkezkoyê û ji aliyê Qaymeqamtiya Çerkezkoyê, midûriyetên perwerdehiya bajêr û navçeyan ve bi memûr û polîsên sivîl ve hat ziyaretkirin.       11 HEZAR LÎRE CEZA Û DAXWAZA FESIXKIRINÊ             Di dema kontrola di 1'ê Cotmehê de ji aliyê Qaymeqamtiya Çerkezkoyê ve hat kirin de bi îdiaya ku komeleyê kongreya xwe ya asayî di dema pêwîst a qanûnî de li dar nexistiye, di 3'yê Cotmehê de 11 hezar û 977 lîre cezayê lê hate birîn. Rêveberên komeleyê ev cezayê pereyan da.   Qeymeqamtiya Çerkezkoyê bi vê yekê sînordar nema û di 3'yê Cotmehê de serî li Dadgeha 1'emîn Cezayê Sulhê ya Çerkezkoyê da. Di daxwaznameyê de hat îdiakirin ku komeleyê kongreya xwe ya asayî di dema qanûnî de nekiriye û daxwaza "fesixkirina" komeleyê hat kirin. Doza têkildarî fesixkirinê didome. Danişîna dozê di 24'ê Adara 2026'an de dê bê lidarxistin.   520 HEZAR LÎRE CEZA     Di 17'ê Cotmehê de jî Midûriyeta Perwerdehiyê ya Tekîrdagê, di nivîsa xwe ya ji bo Walîtiya Tekîrdagê de, bi hinceta "bêyî destûra vekirina saziyê û ruxsata vekirin û xebitandina xebatê ya ku ji Wezareta Perwerdehiya Neteweyî hatine wergirtin, bi awayekî bêdestûr xebatên perwerde û hîndekariyê hatine kirin", xwest ku di çarçoveya "qanûna sûcan" de 520 hezar lîre cezayê îdarî yê pereyan li komeleyê were birîn. Walîtiyê di nava 6 rojan de di 23'yê Cotmehê de, ceza di cih de dît û nivîsa têkildarî dayîna pereyan gihîşt komeleyê û daxwaz hat kirin ku ceza were dayîn. Komele dê îtîrazê li cezayê bike.   Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman û Çanda Mezopotamyayê Cevdet Zîlanli, mijar nirxand.   Zîlanli nerazîbûn nîşanî zextên li ser Kurdî da û got: "Kurdî ji bo me xeta sor e. Lewra ziman çanda mirov e. Hebûna Kurdî tê wateya hebûna gelê Kurd. Em êrişên li ser Kurdî bi dengekî bilind şermezar dikin. Çend heval li hev kom bûn û xwestin li herêma Trakyayê li Tekîrdagê, komeleyek li ser Kurdî vekin û li ser Kurdî lêkolînan bikin. Em bi atolyeyan xebatên xwe didomînin."   Zîlanli anî ziman ku komeleya wan ev salek e xebatên xwe dike û ev tişt got: "Dema komele vebû, li ser medyaya civakî ji aliyê hin nijadperest û şovenîstan ve hat hedefgirtin. Piştre çend zabita û memûrên şaredariyê hatin komeleya me. Xebatkarên şaredariyê gotin, 'derheqê we de giliyî hene. Hûn mirovan aciz dikin.' Me got ku em tu kesî aciz nakin û em atolyeyên li ser ziman li dar dixin. Lê piştî çend xebatkarên şaredariyê, polîsên sivîl jî hatin. Dû re Qaymeqamtiya Tekîrdagê li dijî me doz vekir. Hinceta dozê ya qaymeqam ev bû: 'We kongreya komeleyê dereng li dar xistî.' Piştî dozê 11 hezar lîre ceza hat birîn. Hevalên me yên berpirsyar çûn û ev pere razandin. Tevî ku me pere razand jî, qaymeqamtiyê doza xwe domand û got, 'em qebûl nakin'."   'WAN SÛC KIRINE'    Zîlanli destnîşan kir ku 2 hefte piştî cezaya Qeymeqamtiyê, kesên ji Wezareta Perwerdehiyê hatin komeleyê û wiha pê de çû: "Li vir li komeleyê lêgerîn kirin. Memûrên Wezareta Perwerdehiyê ji hevalên me re gotin, 'hûn li vir perwerdehiya ziman didin.' Hevalên me jî gotin, 'em perwerdehiya ziman nadin. Em atolye û xebatan li ser Kurdî dikin. Em lêkolînan jî li ser Kurdî dikin. Herwiha em perwerdehiya def û amûrên din jî didin.' Piştî 2 hefteyan nivîsek ji komeleyê re hat şandin û di nivîsê de hatibû nivîsandin ku 520 hezar cezayê pereyan hatiye birîn. Hat îdiakirin ku ev cezayê pereyan bi hinceta 'qanûna sûcan' hatiye birîn. Lê sûcê herî mezin wan kirine."   'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'    Zîlanli bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û destnîşan kir ku dayîna van cezayan li komeleya perwerdehiya Kurdî dide, cihê xemgîniyê ye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê bala xwe bidin vê pêvajoya ku rêzdar Ocalan dabû destpêkirin. Di vê pêvajoyê de Kurdî xeta sor e. Lê mixabin êrişên hin faşîstan didomin. Lê em ê xebatên xwe yên li ser Kurdî û têkoşînê bidomînin. Em ê ji niha û şûnde xurtir li ber xwe bidin. Em ê bi rêya parêzeran îtîraz bikin. Di sedsala 21'an de nêzîkatiyên bi vî rengî yên li dijî Kurdî nayên qebûlkirin. Divê her kes zextên li ser Kurdî bibîne. Divê van zextan ji nû ve binirxînin. Divê rêzê li Kurdî bigirin. Herwiha divê Kurd li her qada ku lê dijîn, xwedî li ziman, hebûn û çanda xwe derkevin. Lewra hebûn, ziman û çanda me xeta me ya sor e."   MA / Omer Îbrahîmoglû