Ceza nedan kesa hewl da avahiya HDP’ê bişewitîne 2025-11-13 14:22:36 EDENE - Asli Cafri ku li Edeneyê hewl da avahiya Partiya Keskan û Çep a Pêşerojê û HDP’ê bişewitîne, bi hinceta ku “cezaî ehliyeta wê nîne” ceza lê nehate birîn.    8’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Edeneyê, bi îdiaya ku cezaî ehliyeta wê nîne, ji bo Asli Cafri ya ku hewl da avahiyên rêxistinên Partiya Keskan û Çep a Pêşerojê yên Edeneyê bişewitîne, biryara necezakirinê da.    Dadgehê, di 21’ê Cotmehê de ev biryar da û niha jî hinceta biryara xwe ragihand. Li gorî biryarê, dê Asli Cafri li saziyeke tenduristiyê ya bilind were tedawîkirin û parastin.     ‘BERSÛC GELEK CARAN HATE PÊŞIYA PARTIYÊ’    Dadgehê, di biryara bihincet de bal kişand ser îdianameya ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve hatiye amadekirin û got ku Asli Cafri di 20’ê Tebaxa 2023’yan de gelek caran petên tê de madeyên metîl alkol û madeya lîdokaînê hebûn daniye ser derenceyên avahiyê. Ji rêveberên partiyê Nezîr Algel ku di dema bûyerê de bi tena serê xwe li partiyê bû, di îfadeya xwe de got ku bersûc gelek caran ji ber deriyê partiyê re derbas bûye, hewl daye têkeve hundir û tabelayê bişewitîne û dema nekarî jî pet danî wir û dûr ketiye. Algel ê li ser navê partiyê gilî kir, got ku bersûcê li cihê bûyerê bi telefonê axiviye û gotiye: “Dayê, ez hatim cihê bûyerê.”    ‘MUTALAAYA XWE LI GORÎ RAPORÊ DA’     Asli Cafri, di parastina xwe de îdia kir ku ji hêla psîkolojîk ve tê tedawîkirin, ji ber pirsgirêka xwe ya psîkolojîk di roja bûyerê de fikiriye ku tê şopandin, bêyî arastekirina kesekî tevgeriyaye û “çalakiyeke plankirî nîne.” Dozger jî got ku çalakiya Asli Cafriyê li gorî madeya TCK 106/2-a’yê dikeve ber sûcê “gefxwarina bi çekê” lêbelê li gorî rapora Nexweşxaneya Nexweşiyên Ruh û Rehikan a Dr. Ekrem Tok a Edeneyê, “cezaî ehliyeta wê nîne.” Dozgeriyê, bi vê boneyê jî di mutalaaya xwe de xwest bersûc neyê cezakirin.   8’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Edeneyê jî heman biryar da û got divê bersûc li saziyeke tenduristiyê ya ewlehiya wê zêde bimîne, li wir were tedawîkirin, heta xetereya wê ya li ser civakê ji holê radibe û di vê mijarê de lijneya tenduristiyê raporê dide were tedawîkirin, dema tedawiya wê didome jî ji hêla tibbî ve were şopandin û lêçûnên darizandinê jî bersûc bide.    Parêzerên HDP’ê jî diyar kirin ku divê bersûc were cezakirin û gotin ku dê serî li Îstînafê bidin.