Bakirhan: Di pêvajoyê de erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê şaredariyan HATE NÛKIRIN 2025-11-14 10:51:13 AMED - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna hevşaredarên partiyî de axivî û got: “Di pêvajoyê de erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê şaredariyan. Daxwaza me zelal e. Divê şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin dîsa radestî îradeya gel bên kirin.”   Hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi beşdariya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, civîna xwe ya "Kombûna Hevşaredar û Hevserokên Meclîsa Giştî ya Bajaran"  li dar xist. Civîn, li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê tê lidarxistin. Gelek kes tev li civînê bûn. Tuncer Bakirhan di civînê de axivî.     Axaftina destpêkê jî ji aliyê Bakirhan ve hate kirin. Bakirhan, piştî bîranîna hevşaredar û siyasetmedarên hatin qetilkirin, silav ji siyasetmedarên girtî re şand û xwest, girtiyên siyasî hemû bêne berdan.   ‘BERPIRSYARIYEKE MEZIN DIKEVE SER MILÊ ŞAREDARIYAN’     Bakirhan, got: “Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku 27'ê Sibatê ji aliyê birêz Ocalan ve hate destpêkirin, wezîfe û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê we jî. Hûn têkoşîna demokrasiya xwecihî dimeşînin. Lewma ev pêvajo rêveberiyên me yên xwecihî jî ji nêz ve eleqedar dike. Ez zanim ku hevalên me wê di vê mijarê bi berpirsyarî tevbigerin, tevkariyê li pêvajoyê bikin û hewl bidin pêvajoyê civakî bikin. Aştî tê wateya rêveberiya xwecihî ya çalak.   EM Ê ŞAREDEARIYAN BIKIN NAVENDA ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKÊN GEL      Aştî tê wateya mezinbûna qada we. Aştî tê wateya tayînnekirina karmendên dewletê li şûna hilbijartiyan. Aştî tê wê wateyê ku banga bajaran bi rengekî wekhev nêzî şaredariyan bibe. Ew nîne ku piştgiriyê bide hin şaredariyan, lê projeyên hin şaredariyan asteng bike. Lewma ev pêvajo we eleqedar dike. Ji ber vê jî em ê tevkariyên xwe pêşkêş bikin û dewam bikin. Em ê şaredariyan weke komun bibînin, bikin navendên çareserkirina pirsgirêkên gel.    LI DIJÎ TIRYAKÊ EM Ê TÊBIKOŞIN     Me soz dan gel. Li dijî narkotîkê em ê têbikoşin, wê birçîbûn nemîne, dibistana kesî ya ji ber nebûna pereyê ragihandinê nesekine, kesek wê ji ber nebûna hatineyeke şênber dibistanê neterikînin, xwişk û biratî wê bibe. Berpirsyariya hevalên me yên hilbijartî ye ku pêvajoya aştiyê ji nêz ve bişopînin. Beriya her tiştî em dixwazin, divê rêveberiyên xwecihî neyên girtin. Di vê pêvajoyê de berpirsyariya rêveberiyên xwecihî heye, yên ku pêvajoyê bigihînin civakê û bersivê bidin pirsên civakê hûn in. Rêveberên esasî yên pêvajoyê hevalên me yên hevşaredar in. Ez di wê baweriyê de me ku hûn ê vê pêvajoyê bi daxwaz û coşeke mezin pêşwazî bikin."   ‘HEWCEYE HEVŞAREDARÊN ME LI KARÊN XWE VEGERIN’   Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku heke li Tirkiyeyê qala pêvajoyê, demokrasiyê tê kirin divê qeyûm ji holê bê rakirin û got: “Divê hevşaredarên me jinûve li karê xwe vegerin. Bendewariya civakê azadiya girtiyan e. Ev yek daxwazeke welê ye ku pêşî li pêvajoyê vedike. Daxwaza me li ber çavan e. Şaredariyên ku qeyûm li ser wan hatiye danîn, careke din radestî îradeya hilbijartî ya gel bê kirin. Îradeya hilbijartî ya gel divê bajêr bi rê ve bibe. Ne tenê li bajarên Kurdan li tevahiya Tirkiyeyê divê êdî em gotina qeyûm nebihîzin."   'EM Ê VÊ PÊVAJOYÊ RAST BI RÊ VE BIBIN Û SERKETINEKE MEZIN BI DEST BIXIN'   Bakirhan, anî ziman ku li Rojhilata Navîn bûyerên gelekî cidî diqewimin, cîhaneke nû ava dibe û wiha pê de çû: “Li Sûriyeyê, li Rojava em şahidiyê ji pêşketinên dîrokî re dikin. Dibe ku sed salên pêşiya me yên li Rojhilata Navîn niha têne nivîsandin. Lewma em di demeke welê de rêveberiyê dikin ku wê sed salên pêşiya me diyar bike, em di vê demê de bajarên xwe bi rê ve dibin. Di vê demê de dibe ku rîskên mezin hebin, lê belê em dikarin destketiyên mezin jî bi dest bixin. Di destê me de ye ku em rîskan ji holê rakin û serketineke mezin bi dest bixin.    HEKE EM XIZMETÊN RAST BIKIN DÊ BI SER KEVIN Heke em xwedî li nirxan derkevin, karibin xwe bi rêxistin bikin, hêza gel ber bi xwe ve bikişînin, em ê karibin li Rojhilata Navîn bibin xwedî cihekî gelekî girîng. Hêviya min a ji bo vê yekê heye. Em dibînin bê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa bexçeyê gelan ava dibe. Di vir de rêveberiyên xwecihî gelekî girîng e. Qada me ya rêxistinî rêveberiyên xwecihî ye. Têkoşîna me ji doh bêhtir dijwar e. Lewma em ê vê pêvajoyê bi rengekî rast bi rê ve bibin. Em ê xwe bi rengekî rast bi rêxistin bikin, xizmeteke rast biafirînin û înşalleh em ê serketineke mezin bi dest bixin."