Li Dîlovasiyê hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dan bû 7 2025-11-15 12:45:38   KOCAELÎ - Li Dîlovasiyê karker Tuncay Yildiz jî yê di şewata li fabrîqeya kozmetîk de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. Hejmara karkerên li Dîlovayê jiyana xwe ji dest dan, derket 7’an.   Di 8'ê Mijdarê de, li kargeha dagirtina parfûmê ya Ravive Kozmetik a li Taxa Mimar Sinan a Dîlovasiya Kocaeliyê, şewt derket. Ji karkeran Tuncay Yildiz jî yê ji ber şewatê bi giranî birîndar bûbû û rakiribûn Nexweşxaneya Kocaeliyê, jiyana xwe ji dest da. Hejmara karkerên li Dilovasiyê jiyana xwe ji dest dan, derket 7’an.   Navên kesên ku mirine wiha ne: Cansu Esatoglu (16), Nîsa Taşdemîr (17), Tugba Taşdemîr (18), Şengul Yilmaz (55), Esma Gikan, Hanim Gulek (65) û Tuncay Yildiz.   Serdozgeriya Komarê ya Gebzeyê têkildarî şewatê di 8’ê Mijdarê de lêpirsîn da destpêkirin û 11 kes hatibûn binçavkirin. Ji van 7 kes hatin girtin.