Li Kerboranê ciwanek hate kuştin 2025-11-17 09:57:44   MÊRDÎN - Ciwanê 18 salî Îbrahîm Dîlek li Kerboranê di encama êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da.    Duh di saetên şevê de li Taxa Sarayê ya navçeya Kerboran a Mêrdînê hin kesên nasnameya wan nehat zanîn, bi çekan êriş kirin. Di encama êrişa çekdarî de ciwanê 18 salî Îbrahîm Dîlek bi giranî birîndar bû. Dîlek ku rakirin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Dîlek rakirin morgê.    Êrişkar ji cihê bûyerê reviyan û der heqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.