Bakirhan: Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê 2025-11-18 12:44:22 ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku Bahçelî, bi daxuyaniya xwe ya têkildarî çûna Îmraliyê wêrektiya berpirsyariyeke dîrokî nîşan daye û got: “Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê.” Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, di civîna heftane ya koma partiya xwe de li Meclisê geşedanên di rojevê de nirxand. Bakirhan, bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û serdana Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ahmet El Şara a DYA’yê. Bakirhan, bi bîr xist ku piştî serdanê mueyîdeyên Sezar hatine rakirin û xelkê herêmê pê keyfxweş bûye. Bakirhan, got: “Ev yek di heman demê de ji bo Sûriyeyê firsendek e. Lê pirsgirêkeke krîtîk heye. Gelo dê rêveberiya Sûriyeyê vê firsendê ji bo kê bi kar bîne? Dê çawa bi kar bîne? Dê ji bo komekê yan hemû gel û baweriyên Sûriyeyê bi kar bîne? Divê ev pêvajo berfireh be.”    ‘DIVÊ MAFÊN GELAN BÊN MISOGERKIRIN’    Bi domdarî Bakirhan anî ziman ku pêdivî bi pêvajoyeke ku mafên Kurdan, Durziyan, Elewiyan, EReban, Tirkmenan, Çerkesan û Suryanan misoger dike heye û wiha pê de çû: “Ji bo aştî û pêşeroja demokratîk a Sûriyeyê hêj rêyeke dirêj heye. Ji ber ku em behsa welatekî wêranbûyî dikin. Girîng e ku di vê rêya zehmet de aştî, îstîqrar û nirxên demokratîk gav bi gav bên hûnandin. Ev yek pirsgirêkeke hevpar a rêveberiya li wir û hêzên derveyî rêveberiyê ne. Di vir de roleke girîng dikeve ser milê Tirkiyeyê jî.”    ‘DIKARE BI ROLEKÎ ÇÊKER RABE’   Bakirhan, bi lêv kir ku Tirkiye dikare bi rolekî çêker rabe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêyî cihêkariyê bike, dikare piştgiriyê bide xwişk-biratiya gelên Sûriyeyê. Dikare ji bo veguherîneke demokratîk bibe alîkar. Em girîngiyê didin rola Tirkiyeyê ya di Sûriyeyê de. Lê divê rast bi kar bîne. Jiyaneke nû ya li Sûriyeyê, bi komara demokratîk a Sûriyeyê pêkan e ku hemû gel û bawerî wekhev bijîn.”    BERTEK NÎŞANÎ LIJNEYÊN ÎDARE Û ÇAVDÊRIYÊ DA    Bakirhan, bi domdarî bal kişand ser biryara DMME’yê ya ji bo siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş û got ku divê biryar tavilê bên cîbicikirin. Bakirhan, bertek nîşanî biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê da û da zanîn ku bi hincetên weke “Te zêde pirtûk xwendine” tehliyeyên girtiyan tên astengkirin.    BUDÇEYA RÊVEBERIYA NAVENDÎ   Di berdewamê de Bakirhan da zanîn ku niha li ser Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya sala 2026’an li Meclisê hevdîtin tên kirin û got: “Di esasê xwe de sedema ku gel nikare debara xwe bike, ev budçe ye. Binêrin, di budçeya 2026’an de ji bo faîzê 2 trîlyon û 742 milyar lirê, ji bo parastinê 2 trîlyon û 155 milyar lîre veqetandin. Anku faîz pêşiya parastinê tê. Ji bo lêçûnên bacê 3 trîlyon û 597 milyar lîre hatine veqetandin, sedema em nikarin debara xwe bikin jî ev e. Nîviya budçeyê ji bo sê beşan diçe. Ji bo komekê diçe. Çavkanî ji bo lobî, alîgirên îktîdarê diçin û bi milyonan mirov tî û birçî tên hiştin. Hema hema 20 milyon kes li Tirkiyeyê pêdiviya wan bi alîkariyê heye. Werin em bibêjin ‘em faîzê nadin lobiyên faîzê.’ Werin em nîviya pereyê ji bo faîzê bidin 20 milyon welatiyan. Nîviya din jî ji bo teqawidan bi rêk û pêk 71 hezar û 500 lîreyan çavkaniyê veqetînin.    DIVÊ MÛÇEYÊ TEQAWIDAN 46 HEZAR LÎRE BE    Di hevdîtinên budçeyê de me pêşnûmeyek da. Me got ku bila mûçeyê teqawidan ê herî kêm bila nîviya sînorê xizaniyê anku 46 hezar lîre be. Salê du caran jî li gorî rêjeya enflasyonê bila bê zêdekirin. Lê ev ji bo selefxurên Longondê dixebitin. Girîngiyê didin wan, nadin gelên me.    HEKE HIQÛQ NEBE DÊ BÊBAWERÎ BELAV BIBE   Ji 1’ê Cotmeha 2024’an ve em hewl didin ber bi aştiyê ve biçin ku bi sala ye bi hesreta wê dijîn. Divê zagona serdema veguhêz a yekemîn bên derxistin û entegrasyona demokratîk çêbibe. Her aştiyeke mayinde, li ser zemîna hiqûqê ava bûye. Divê li vir jî wisa be. Ma aştiyeke bêhiqûq dibe? Mînaka vê li cîhanê nîne. Li cihê çek bêdeng dibin lê li ser hiqûqê nayê axaftin, nediyarî mezin dibe. Bêbawerî belav dibe. Siyaset biçûk dibe. Lewma divê pêvajo bi Zagona Serdema Veguhêz were misogerkirin. Zagonên entegrasyona demokratîk dê ji hemû reng, deng û baweriyên welat re cih ava bike. Divê zagon tavilê bên derxistin. Em dibêjin ku aştiya Tirkiyeyê bi kevirên hiqûqê ava bikin.    ZAGON TUNE PÎVAN TUNE   Ya din jî divê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin û girtiyên nexweş bên berdan. Ev lijneye, zilmê li girtiyan dikin. Weke îktîdara veşarî tevdigere. Girtiyên cezayê wan xelas bûye, bi hinceta başhaliyê mehkûmê dîlîtiyê dikin. Zagon tune ne, pîvan tune ne.    HEWCEYE TMK WERE RAKIRIN   Divêt ku qanûna înfazê ya TCK û CMK’ê biguherin. Divê TMK bi temamî ji holê were rakirin. Divê fikr, sûc nebe, çapemenî azad be û azadiya xweîfadekirinê were misogerkirin. Mirov ditirsin fikra xwe bibêjin. Ev, şerma îktîdarê ye. Hewceye di cezayê de edalet, di înfazê de wekhevî hebe. Ji bilî sûcên wijdana civakê diêşînin, tevahiya girtîgehan bên valakirin. Divê reforma darazê bê kirin û ji bo her kesî edalet bê cîbicîkirin.    DIVÊ BIRYAREKE WÊREK BIDE    Îro civîna komîsyonê heye. Ji ber ku em hewl didin pirsgirêkeke sed sal in didome çareser bikin, divê em hin rexneyan jî ragirin. Ji ber ku dema aştî çêbû dê 86 milyon mirov duayan bikin. Komîsyon beriya ku bi demê re vehêle, ji bo çûna Îmraliyê divê demildest biryareke wêrek bide. Divê zagona veguhêz bê zelalkirin, zagonên azadiyê bên pênasekirin û komîsyonên îhtîsasê bikevin nava tevgerê. Di wê baweriyê de me ku komîsyon dikare vê bike. Ji ber ku li aliyê rast ê dîrokê disekine. Ev berpirsyartiya dîrokî li ser milê komîsyonê ye.    BERPIRSYARTIYEKE DÎROKÎ YE   Birêz Bahçelî demek berê got ku divê komîsyo biçe bi muxatabê esasî bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Ev, gotin girîng û hêjayî pîrozkirinê ne. Got ‘heke komîsyon neçe ez ê biçim.’ Bi vê yekê nîşan da ku cisareta berpirsyariya dîrokî ye. Me her tim got ku divê pirsgirêk bi rêya diyalogê û li ser maseyê bên çareserkirin. Banga birêz Bahçelî pir girîng e. Ev daxuyaniya li dijî helwesta pêvajoyê vedihêle hatiye dayin, divê tavilê bê cîbicîkirin. Divê komîsyona li Meclisê demildest biçe Îmraliyê. Divê di mijara pênasekirina meseleyeke sed salî û çareseriya wê de micidbûn hebe.”