Rêxistinên jinan: Aştiyeke bêyî jinan dê kêm be 2025-11-21 09:09:29   MÊRSÎN - Rêxistinên jinan ên li Mersînê diyar kirin ku pêvajoya aştiyê tenê bi deng û hêza biryardanê ya jinan dikare pêş bikeve û bang li dewletê kirin ku danûstandinên zelal û jidil bike.   Piştgiriya ji bo pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de dest pê kir, zêde dibe. Nûnerên saziyên demokratîk ên jinan ên li Mersînê, destnîşan kirin ku aştî ne tenê leşkerî an siyasî ye, di heman demê de veguherînek kûr a civakî ye û ev veguherîn tenê bi deng û hêza biryardanê ya jinan dikare watedar be.   Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê Zeynep Kayayê bilêv kir ku aştî bi samîmiyet, rûbirûbûn û îradeyeke eşkere ya danûstandinê pêkan e. Zeynep Kayayê got: "Em dizanin ku ev ax çiqas hewceyê aştiyê ye. Dîrokeke têkoşîna Kurdan heye ku bi sedsalan e, windahî, kuştinên nediyar û girtiyên siyasî vedihewîne. Em dizanin ku nîqaşkirina aştiyê li ser maseya danûstandinê nikare yekalî be. Divê biryarên dewletê zelal bin û pêvajoya danûstandinê divê ji raya giştî re vekirî were meşandin. Aştî divê tenê di gotinan de nemîne; divê her pêşketinek li ser maseya danûstandinê were belgekirin û bi civakê re were parvekirin."   'AŞTIYA BÊ JINAN KÊM E'   Zeynep Kayayê destnîşan kir ku jin hem hêza dîrokî û hem jî ya civakî ya damezrîner a aştiyê ne û got ku dûrxistina jinan ji pêvajoyan xwezaya aştiyê qels dike. Zeynep Kayayê ku got "Di hefteya 25'ê Mijdarê de, em tînin bîra her kesî ku têgeha aştiyê divê tundûtûjiya li dijî jinan, xizanî û newekheviyê jî di nav xwe de bigire", bal kişand ser pêwîstiya hebûna jinan a li ser maseyê. Zeynep Kayayê, got: "Hebûna jinan li ser maseyê, hevdîtina wan bi kesên ku bi wan re hevdîtinê dikin û dengê wan tê bihîstin ji bo pêkanîna aştiyê pir girîng e. Kitana spî helwesteke sembolîk a jinan li dijî şer e. Maseyeke aştiyê bê jin ne kêm e. Wekî jin, berdana kesên hilbijartî yên ku qeyûm tayinî şûna wan hatine kirin û her wiha girtiyên siyasî û nexweş, di nav daxwazên me yên bingehîn de ne."   Aktivîsta Komeleya Jinan a Gunebakanê Zubeyde Sadirli Akpinarê diyar kir ku têkoşînên ji bo aştî û demokrasiyê nikarin ji hev cuda werin nirxandin. Zubeyde Sadirli Akpinarê ku got "Bêdengkirina çekan gaveke pir girîng e, lê belê, têkoşîna demokrasiyê ya jinan ji aştiyê cuda nîne" wiha axivî: "Jin baş nayên guhdarîkirin û nikarin dengê xwe bilind bikin. Di serdema polîtîkayên çewisîner yên zêde de, tundiya li dijî jinan jî zêde dibe. Di vê serdema krîzên aborî û siyasî yên kûr de, jin û zarok zêde bandor dibin. Ji bilî zêdekirina hevgirtinê û têkoşînê rêyeke din tune."   ‘JIN JIYANEKE BÊŞER Û WEKHEV DIXWAZIN'   Endama Komeleya Jinan a Mîmozayê Şehrîban Şekerê diyar kir ku ew jiyanekê dixwazin ku jin neyên kuştin, edalet pêk were û wekhevî gengaz be. Şehrîban Şekerê got: "Jin her gav di avakirina aştiyê de cih digirin. Ew ji bo afirandina qada xwe têdikoşin dikin, dengê ji însafa tu partiyeke siyasî re nahêlin. Jiyaneke bêşer, azad û wekhev daxwaza bingehîn a jinan e."   MA / Mehmet Guleş