3 milyon mirov ji bo vegerin gundên xwe li benda çareseriyê ne 2025-11-21 09:21:12 MÊRSÎN - Hevserokê Çukurova GOÇ-DER'ê Mehmet Alî Oral diyar kir ku heta cerdevanî, deverên mayinkirî û qedxeyên li ser mêrgn neyên rakirin, pêvajo pêş nakeve û got: "Sê milyon kes ji bo vegera li gundên xwe li benda çareseriyê ne."   Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, Tevgera Azadiyê ya Kurd hêzên xwe yên gerîla vekişand û ev yek metirsiya pevçûnên potansiyel kêm kir. Lê hîn jî dewletê tu gavên berbiçav neavêtine. Pratîkbûna pêvajoyê, hinekî jî dê bi hevrûbûna bi rabirdûyê re pêk bê. Mijareke din a bingehîn a li benda çareseriyê vegera koçberiya bi zorê û ji nû ve avakirina gundan e. Hevserokê Komeleya Çavdêrîkirin û Lêkolînê ya Koçberiyê ya Çukurovayê (Çukurova GOÇ-DER) Mehmetalî Oral, polîtîkaya koçberiya bi zorê ya sedsalî û astengiyên li pêşiya vegerê bi bîr xistin û diyar kir ku aştî tenê bi hevrûbûna bi heqîqetê re pêkan e.    PÊVAJOYA DÎROKÎ YA KOÇBERIYÊ     Mehmet Alî Oral diyar kir ku nîqaşa koçberiyê li Tirkiyeyê encama polîtîkayên dewletê yê sedsalî ye û got ku koçberiya mecbûrî û ya bi darê zorê îro jî cudahiya herî bingehîn e. Oral, bi bîr xist ku pêkanînên koçberiya bi zorê ku ji salên 1925'an heta salên 1990'î dom kirin, bi milyonan mirov koçber kirin û got: "Koçberiya mecbûrî di karesat û hin şeran de çêdibe, lê koçberiya bi darê zorê mirovan neçar dike ku koçber bibin. Şewitandina gundan û darvekirina mirovan digihê heya sala 1925'an. Di salên damezrandina Komarê de qanûna îskanê hat derxistin û ev pêkanîn di salên 1930, 1938, 1950 û 1990'î de berdewam kirin. 3 hezar û 428 gund û mezra hatin şewitandin û nêzîkî sê milyon mirov di navbera salên 1990 û 2024'an de ji bo metropolan hatin sirgûnkirin. Vegera sê milyon mirovên ku gundên wan hatine şewitandin, erdên wan hatine desteserkirin û heywanên wan hatine tunekirin dê çawa were misogerkirin? Ger hûn dixwazin aştiya civakî bi dest bixin, divê dewlet ji van kesan lêborînê bixwaze."   GAVÊN DIVÊ BÊN AVÊTIN     Oral, diyar kir ku vegerandin ne tenê biryareke siyasî ye û bi milyonan kes dê nikaribin vegerin heya ku astengiyên fiîlî yên li gundan neyên rakirin. Oral anî ziman ku pergala cerdevaniya gundan, deverên mayinkirî û qedexeyên mêrgan vegerê asteng dikin û got: "Ji bo ku gelek vegere gundên xwe, divê astengiyên ku ji hêla cerdevanan ve tên çêkirin werin rakirin. Gelê me nikare erdê xwe biçîne, heywanan xwedî bike, an çandiniyê bike. Veger ne mimkûn e heya ku cerdevan neyên vekişandin. Dewletê qedexe danîne ser mêrg û daristanan û zeviyên mayinkirî hene û divê ev werin rakirin û paqijkirin. Divê dewlet xaniyên ku hilweşandiye ji nû ve ava bike. Ger derfetên aborî û bicihbûnê werin peydakirin, mirov dê vegerin gundên xwe. Ciwanên li metropolan bi pirsgirêkên wekî tiryak, dizî û fihûşê re rû bi rû dimînin. Yek ji sedemên koçberiyê asîmîlasyon e. Kesên ku ji bo herêmên Deryaya Reş û Anatoliya Navîn hatine şandin, asîmle bûne. Koçberî îro li herêmên Mêrsîn, Edene, Dîlok, Anatoliya Navîn, Ege û Marmarayê, bi taybetî Stenbol û Îzmîrê, herî zêde ye."   'DÊ KES BAWERIYÊ BI KOMÎSYONA KU HEVDÎTINÊ BI OCALAN RE NEKE NEYNE'     Oral, anî ziman ku pêvajoya ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin û hatina wê ya Meclisê nîşana serdemeke krîtîk e û got ku divê komîsyon ne wekî komîsyoneke jirêzê wekî komîsyoneke çareseriyê were dîtin. Oral, diyar kir ku hêviya raya giştî ew e ku pêvajo zû biqede û şert û mercên vegerê werin sazkirin û got: "Komîsyona Meclisê komîsyoneke çareserî û guhertina destûra bingehîn e. Rapora lêkolînê dê ji Serokê Meclisê re were pêşkêşkirin, komîsyona têkel dê ji nû ve binirxîne û pêvajoya qanûndanînê dê dest pê bike. Gelê me dixwaze ku pirsgirêk demildest were çareserkirin; sê milyon koçberên me dixwazin vegerin gundên xwe. Niha, gelo dewlet dixwaze aştiya civakî misoger bike, pêvajoyê berfireh bike, an rêziknameyên qanûnî derxîne? Ger ev rêziknameyeke qanûnî be, ew rêziknameyek demdirêj e. Bêyî nîqaşeke meclisê tu rêzikname derbasdar nabe. Wekî platforma koçberiyê, me rapora xwe pêşkêşî meclisê kiriye. Em hêvî dikin ku ew ne wekî raporên lêpirsînê yên berê be. Muxatabê rastîn birêz Abdullah Ocalan e. Dê rapora komîsyoneke hevdîtinê pê re neke ne pêbawer be. Tekane muxatab Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan e. Ger rewş wisa be, rapora komîsyonê dê bigihîje armanca xwe."    MA / Abdulkadîr Ayten