Pervîn Buldan: Em ê bi gavên pêbawer ber bi avakirina Tirkiyeya Demokratîk ve bimeşin 2025-11-21 20:28:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldanê biryara komîsyonê ya hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re wekî “dîrokî” bi nav kir û spasiya hemû aktorên ku tevkarî li pêvajoyê kirine, kir.   Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê, di civîna xwe ya 18’emîn de, biryara hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re girt. Biryara ku bi piraniya dengên endamên komîsyonê hate girtin, wekî qonaxekî nû ya di pêvajoya çareseriyê de hate şîrovekirin.   Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldanê der barê biryara komîsyonê de daxuyanî da û geşedanê wekî “dîrokî” bi nav kir. Pervîn Buldanê got: “Bi vê biryarê re em ê bi gavên pêbawertir ber bi çareseriya pirsgirêka Kurd û avakirina Tirkiyeya demokratîk bimeşin.”   Pervîn Buldan spasiya hemû aktorên ku tevkarî ji bo pêvajoyê kirine, kir û wiha got: “Ez spasiya Serokkomar birêz Recep Tayyip Erdogan ku roleke mezin di xebatên komîsyonê û biryara hat girtin de lîst, Serokê Giştî yê MHP’ê birêz Devlet Bahçelî ku jiberkirinan xira kir, Serokê TBMM’ê birêz Numan Kurtulmuş ku helwestekî çêker raber kir û hemû serokên giştî yên partiyên siyasî û parlementerên endamê komîsyonê ku tevkariyê ji bo biryarê kirin, dikim.”