Koma Yenî Yolê dê daxilî şandeya ku biçe Îmraliyê nebe 2025-11-22 13:48:22     ENQERE - Endamê Komîsyona Koma Yenî Yolê Mehmet Emîn Ekmen diyar kir ku biryar girtine ku dê ji koma xwe endamekî daxilî şandeya ku dê biçe Îmraliyê nekin.    Koma Yenî Yolê ku ji Partiya Saadet, Gelecek û DEVA'yê pêk tê, biryar girt ku ji koma xwe endamekî daxilî şandeya ku dê biçe Îmraliyê neke. Endamê komîsyonê yê Koma Yenî Yolê Mehmet Emîn Ekmen ku me xwe gihand wî, biryarê piştrast kir.   Koma Yenî Yolê di dengdayîna ji bo çûyîna Îmraliyê ya di komîsyonê de bêlayen mabû.