Daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin 2025-11-22 15:34:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên li Stenbol û Îzmîrê de yên balê kişandin ser rewşa girtiyên nexweş, rewşa girtiyên jin ên nexweş hat ragihandin. Li Enqereyê jî doza berdana Fevzî Adanir hat kirin.    Înîsyatîfa Azadî Ji Girtiyên Nexweş Re, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di çalakiya xwe ya 585'emîn de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Fevzî Adanir ê di Girtîgeha Tîpa T a Afyonê de. Daxuyanî li Kolana Sakaryayê hat dayîn. Rêxistinên demokratik û partiyên siyasî piştgirî dan daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" û "Tecrîd îşkence ye, ji tecrîdê re na" hatin berzkirin.    Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci daxuyaniyê xwedn. Yazmaci bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Fevzî Adanir ê nêzî sal in girtiye. Yazmaci destnîşan kir ku Adanir ji ber nexweşiyên xwe yên giran nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne. Yazmaci xwest Adanir demildest serbest bê berdan.    STENBOL   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD a Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş 713'emîn "Rûniştina F"yê li dar xist. Daxuyanî li ber avahiya ÎHD'ê ya li Beyoglûyê hat lidarxistin. Vê hefteyê li ser rewşa girtiyên jin ên nexweş hat sekinandin. Di çalakiyê de pankarta "Bila girtiyên jin ên nexweş serbest bên berdan" hat vekirin. Her wiha wêneyên jinên girtî jî hat hilgirtin.    Metna çapemeniyê ji liyê Meral Nergîs Şahînê ve hat xwendin.    Meral Nergîs Şahînê bi awayekî temsîlî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Hatîce Yildiz, Hatîce Onaran, Fatma Tokmak, Tenzîle Acar û Şîvekar Ataşê.    Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên "Bila girtiyên jin ên nexweş serbest bên berdan" û "Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e" hatin berzkirin.    ÎZMÎR   Şaxa ÎHD a Îzmîrê jî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya xwe ya du hefteyan carekê li dar xist. Çalakî li ber Sumerbanka Kevn a li Konakê hat lidarxistin. Di daxuyaniya li vir de pankarta "Jin aştiyê dixwazin" û "Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nemine, nebe şirîkê sûc" hatin vekirin. MEtna daxuyaniyê ji aliyê rêveberên ÎHD'ê Vetha Aydin û Gülay Bîlîciyê ve hatin xwendin.    Di daxuyaniyê de îşaret bi tundiya li ser jinan hat kirin û bi boneya 25'ê Mijdarê li ser rewşa girtiyên jin ên nexweş û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat sekinandin.    Di çalakiyê de îşaret bi rewşa girtiyên nexweş ên bi navê Sebahat Çetinkaya, Hatice Onaran, Aygul Kapçak, Ayşe Kayra, Bahar Erturk, Bahar Talşik, Bahar Alkan Yildiz, Demet Şahin, Ebru Arzu Erdal, Emine Turan, Esmer Ayaz, Fatma Reşat Sido, Figen Şahin, Guzin Tolga, Hasret Suzgun Kolkiran, Hayriye Yagbasan, Mahsume Şedal, Makbule Sunger, Mehtap Kıyar, Mehtap Şenturk, Mesil Demiralp, Nesibe Nur Akbaş, Nuran Durak, Sayme Bayar, Şukran Ozer, Yeliz Kurtok, Zeynep Gonca Karakoç û Zuhal Surucu hat kirin.