Tehliyeya rojnameger Alî Bariş Kurt hate taloqkirin 2025-11-24 11:29:30 STENBOL - Tehliyeya rojnameger Alî Bariş Kurt, ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve bi hinceta “poşman nîne” ji bo 6 mehan hate taloqkirin.    Tehliyeya rojnameger Alî Bariş Kurt ku ji ber xebatên pîşeyî û parvekirinên li ser medyaya dijîtal bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” 2 sal û 4 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn û piştî erêkirina cezayê ji hêla Dadgeha Bilind ve hatibû girtin û niha li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa L a Maltepeyê tê ragirtin, hate taloqkirin. Hat zanîn ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê, bi ûdiaya ku Kurt “poşman nîne”, tehliyeya wî ji bo 6 mehan taloq kir.    Kurt, bi rêya malbata xwe ev peyam parve kir: “Tu cezayên min ên disiplînê nînin lê dîsa jî lijneyê bi îdiaya ‘poşman nîne û dê zirarê bide welatiyan’ tehliyeya min taloq kir. Ez ê di her şert û mercan de rojnamegeriyê û heqîqetê biparêzim.”