Erdogan: Biryara komîsyonê dê pêşiya pêvajoyê veke 2025-11-24 14:56:22   ENQERE - Serokkomar Tayyîp Erdogan pirsên rojnamegeran bersivand û got ku biryara komîsyonê ya ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê pêşiya pêvajoyê veke.    Serokkomar Tayyîp Erdogan di vegera ji Efrîqaya Başûr de pirsên rojnamegeran bersivand. Erdogan, diyar kir ku weke Tifaqa Cumhur ew pêvajoyê di nava ahengekê de dimeşînin û car bi car bi DEM Partiyê re jî hevdîtinan dikin û heta niha pêvajo bêyî pirsgirêk domiyaye.    Erdogan, bi domdarî got ku tevlibûna partiyên siyasî ya komîsyona li Meclisê girîng e, wan jî her cureyên alîkariyê dane komîsyonê û got: “Biryara dawî ya komîsyonê dê ji bo pêvajoyê sûdewer be û lez bide tesfiyekirina terorê. Em ê bi cisaret û bibiryar armanca xwe ya Tirkiyeye Bêteror bidomîni.”