Tedawiya rojnameger Aykol didome 2025-11-26 11:18:50 ENQERE - Hat zanîn ku dilê rojnameger Huseyîn Aykol ku li beşa çavdêriya awarte tê tedawîkirin sekinî ye û piştre dîsa hatiye xebitandin.    Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol, di 14’ê Cotmehê dema li mala xwe ya li Enqereyê xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê. Tedawiya Aykol didome. Aykol, li nexweşxaneyê du caran hate emeliyatkirin û enfeksiyonê girt. Tedawiya wî niha li beşa çavdêriya awarte didome. Hat zanîn ku şevê din dilê Aykol sekinî û piştî mudaxileya bijîşkan dilê wî dîsa lê da.    Hat zanîn ku bijîşk niha dermanên dil didin Aykol.