Parêzer Çaglar: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re xwezayî, rewa û hiqûqî ye 2025-11-28 09:01:55   MÊRSÎN - Cîgirê Şaredarê Akdenîzê parêzer Ozgur Çaglar ku hat berdan, diyar kir ku hevdîtina komîsyonê bi Abdullah Ocalan re qonaxeke hiqûqî ye û xwest ku demildest gavên qanûnî werin avêtin da ku pêvajo veguhere aştiyeke mayînde.   Pêvayoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibata 2025'an de dest pê kir, di warê domandina şert û mercên bê pevçûn û avakirina mekanîzmayên lihevhatina civakî de ket qonaxeke nû. Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku di bin banê meclisê de hat avakirin, di encama têkiliyên xwe de çû Girava Îmraliyê û yekem civîna xwe ya fermî bi Abdullah Ocalan re li dar xist. Ev civîn wekî qonaxeke nû ya qanûnî û siyasî di demokratîkbûna Tirkiyeyê de tê hesibandin. Parêzer Ozgur Çaglar, Endamê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê û Cîgirê Şaredarê berê yê Şaredariya Akdenîzê, hevdîtina komîsyonê bi Abdullah Ocalan re wekî "pêdiviyeke xwezayî, rewa û hiqûqî" bi nav kir.   Çaglar ku di 13'ê Çileya 2025'an de dema ku wekî cîgirê şaredarê Şaredariya Akdenîzê kar dikir û qeyûm tayinî şûna wî hat kirin û paşê hat girtin, di 31'ê Cotmehê de hat berdan. Çaglar, destnîşan kir ku ji bo ku pêvajo veguhere aştiyeke mayînde, divê qanûnên entegrasyonê werin derxistin, girtîgeh werin valakirin û mafê hêviyê were naskirin.   Çaglar, diyar kir ku biryara komîsyonê ya ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re gaveke rewa ye, li gorî avaniya wê ya hiqûqî û got: "Komîsyon komîsyoneke fermî ye. Komîsyoneke qanûnî ye. Bi temamî xwezayî, normal û qanûnî ye ku meriv bi kesê ku muxatabê pirsgirêka Kurd e ku pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê ya 50 salên dawî ye û gel wekî îradeya xwe destnîşan kiriye, re hevdîtinê bike. Mixabin, CHP'ê di şandeya komîsyonê ya ji bo Îmraliyê de cih negirt. Diyar kir ku ew ê endaman li şandeyê zêde neke lê dê di komîsyonê de bimîne û xebata xwe bidomîne. Em dikarin bibêjin ku vê biryarê di me hemûyan de şikestineke hestyarî çêkiriye. Di salên dawî de, me di nav CHP'ê de guhertin û veguherînek dît, nemaze dema ku em li ber çavan digirin ku di hilbijartinan de bi partiya me re tifaqên stratejîk çêkirine. Bi berçavgirtina vê yekê, redkirina CHP'ê ya dabînkirina endamek ji bo hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re ku em wî wekî muxatabê vê meseleyê dibînin, di heyameke ku em ewqas girîng dibînin de, me hemûyan pir xemgîn kiriye. Di dîrokê de, ev gavek xelet bû ji aliyê CHP'ê ve. Biryara CHP'ê ya nedana endamek ji bo şandeyê ji me hemûyan re eşkere kir ku nêzîkatiya wê çiqas sade, rûberî û li ser hesabên siyasî yên rojane ye."   Çaglar ku çareseriya pirsgirêka Kurd wekî astengiya bingehîn a demokratîkbûna civakî û siyasî li Tirkiyeyê pênase kir, diyar kir ku ev yek dê ji bo hemû beşên civakê destkeftiyeke hevpar bi xwe re bîne û CHP di damezrandina vê pêşbîniya dîrokî û siyasî de zehmetiyan dikişîne.   ‘DIVÊ GIRTÎGEH BÊN VALAKIRIN'   Çaglar diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd di vê qonaxê de berpirsiyariyên xwe bi cih aniye, lê dewletê hîn gavên berbiçav neavêtine. Çaglar destnîşan kir ku hevdîtina bi Abdullah Ocalan re erênî bûye lê divê ev yek berdewam bike. Çaglar got: "Îro biryarên Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê yên li girtîgehan jî di pêvajoyê de nehatine nîşandan. Cezayên hevalên me yên di girtîgehê de hîn jî bi biryara lijneyê tên dirêjkirin. Biryarên berdanê nayên dayîn. Divê qanûnên entegrasyonê demildest werin derxistin. Divê qanûnên ku astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk ji holê rakin werin derxistin. Divê her kesê ku ji ber pirsgirêka Kurd girtî ye were berdan. Ger em behsa aştiya rastîn û demokratîkbûnê bikin, divê pêşî girtîgeh werin valakirin û divê qanûnên entegrasyonê werin derxistin da ku endamên rêxistinê karibin vegerin welêt."   ‘DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ BÊ PÊKANÎN'   Çaglar diyar kir ku divê mafê hêviyê wekî mafekî bingehîn ê mirovan were hesibandin û di îçtihada PMME û DMME'yê de yek ji mafên herî bingehîn e. Çaglar bilêv kir ku ev maf ne tenê ji bo kesan, di heman demê de ji bo her kesî di asta civakî de jî derbas dibe û ew rêziknameyek e ku divê bi lezgînî were bicîhanîn.    MA / Abdulkadîr Ayten