ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2025’AN 2025-12-01 09:00:27   *Gulperî Kortak ku hevjînê wê Ramazan Kortak yek ji girtiyên nexweşiya wî giran e, got: “Heke li wir bimîne dê bimire.”    *Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî, diyar kirin ku ji destpêka Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk heta niha Şirnex veguheriye navenda sepanên dijî pêvajoyê û amirên milkî yên bajêr li dijberî aştî û çareseriyê tevdigerin.    *Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol a li beşa çavdêriya awarte didome.    *Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî dê têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê daxuyaniyê bide. (10.30)   *Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê dê bi boneya 3’yê Kanûnê Roja Agtengdaran a Cîhanê li Navenda Giştî ya DEM Partiyê daxuyaniyê bide. (11.30)