Doza Akiş ê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin jinûve tê lidarxistin 2025-12-02 09:11:45 COLEMÊRG - Parêzerê Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin, Azad Ozer, beriya danişîna dozê ku dê piştî xerakirina ceza bê lidarxistin axivî, diyar kir ku divê Akiş bê berdan û vegere ser karê xwe.    Di doza bi îdiaya "rêveberiya rêxistinê" der barê Hevşaredarê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş de ku piştî hat girtin qeyûm li şûna wî hat tayînkirin, 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Akiş hat birîn. Doz ji aliyê Daîreya Ceza ya 2'yemîn a Dadgeha Îstinafê ya Wanê ve hat betalkirin. Ji nû ve darizandina Akış û 11 hevalên wî dê di 3'yê Kanûnê de li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emin a Colemêrgê dest pê bike.   Piştî ku dadgeha îstînafê biryarê şand Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn, dadgehê biryareke demkî da û xwest ku kêmasiyên ku wekî sedemên betalkirinê hatine destnîşankirin werin çareserkirin. Dadgehê xwest ku axaftinên Kurdî li gor usûlê werin deşîfrekirin û çalakiyên siyasetmedaran ên bûne sedema sûc bi eşkere û hurgulî bên nivîsandin û bê lêkolînkirin ku ka di navbera siyasetmedaran û rêxistinê de têkiliyeke organîk heye yan na û hwd. bên temamkirin.    WERGER XELET HATINE KIRIN   Gelek belgeyên ku dadgehê beriya danişîna yekem xwestibûn pêşkêşî dosyeyê hatin kirin. Di rapora pêzaniyê de bi taybetî hatiye destnîşankirin ku polîsan axaftina bi Kurdî şaş wergerandiye. Di rapora pêzaniyê de hatiye destnîşankirin ku beşa "rêxistina bajêr" wekî wekî PKK hatiye wergerandin. Her wiha derket holê ku hevoka "Birêz Ocalan" wekî "Birayêmin/Birayê Ocalan" hatiye wergerandin.   ‘EM DIXWAZIN LI GOR RUHÊ PÊVAJOYÊ BIRYAR BÊ DAYÎN'   Ji parêzerên dozê Azad Ozer got: "Hevserok Akiş dê sibê bê danişînê. Di dozê de gelek bêusûlî hene. Hema hema hemû madeyên ku biryar li ser wan hatiye dayîn xelet in. Hema hema hemû çalakiyên partiyên siyasî wekî çalakiyên rêxistinî tên hesibandin û dadgeha îstînafê dozê betal kir ji ber ku gelek bêhiqûqîtî hebûn. Beşeke mezin ji wergeran xelet in. Biryara ku sibê were dayîn divê li gorî ruhê pêvajoyê be. Divê ev desteserkirina îradeyê bi dawî bibe. Niha li Tirkiyeyê pêvajoyek ji bo çareserkirina van pirsgirêkan tê meşandin. Di dozên siyasî yên wekî van de biryareke hiqûqî pêwîst e. Em li ser vê dozê biryareke hiqûqî û vegera ser kar hevserok dixwazin. Em bang li tevahiya raya giştî ya demokratîk û hevkarên xwe dikin ku piştgiriyê bidin danişînê."    MA / Adnan Bîlen