Konsulê DYA’yê yê Edeneyê DEM Partî ziyaret kir 2025-12-02 16:45:12 RIHA - Konsolosê DYA’yê yê Edeneyê Eric R. Mehler û Midûra Karên Siyasî Minta Brodzinski çûn serdana Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê û têkildarî pêvajoyê agahî girtin.    Konsulê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê Edeneyê Eric R. Mehler û Midûra Karên Siyasî Minta Brodzinski çûn serdana rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rihayê. Şande, ji hêla Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol û Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Nîhat Demîrbîleklî ve hate pêşwazîkirin.    Hevdîtin nêzî 2 saetan û ji çapemeniyê re girtî domiya. Di hevdîtinê de li ser bendewariyên gel ên têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk agahî hatin parvekirin. Şandeya amerîkî got ku ew pêvajoyê dişopînin û dê encamên hevdîtinê bi navenda xwe ya welat re parve bikin.    Konsul Eric R. Mehler piştî hevdîtinê daxuyaniyeke kin da û got ku hevdîtin gelek berhemdar derbas bûye û aştiya Tirkiyeyê ji bo cîhanê girîng e.