Li Wanê festîval: Muzîk azad dike, aştî mezin dibe 2025-12-05 09:09:20 WAN - Endamê Platforma Muzîkê ya Bajêr Kemal Yildirim banga beşdarbûna Festîvala Muzîkê ya ku dê li Wanê bê lidarxistin kir û diyar kir ku ew vê festîvalê ji bo zindîhiştina çandê û pêşxistina muzîkê li dar dixin. Platforma Muzîkê ya Bajar ya Wanê ku ji aliyê Şaredariya Artemet ve tê birêvebirin û bi hevkariya şaredariyên Rêya Armûşê û Tuşbayê, dê bi dirûşmeya "Muzîk azad dike, aştî mezin dibe" festîvaleke muzîkê li dar bixe. Armanca platformê ew e ku hêza yekgirtî ya muzîkê li bajêr bîne cem hev. Endamê Platforma Muzîkê ya Bajar Kemal Yildirim, diyar kir ku armanca wan ew e ku çand û kevneşopiyan zindî bihêlin û banga beşdarbûna festîvalê kir ku dê di navbera 10-14'ê Kanûnê de bê lidarxistin.   ARMANCA FESTÎVALÊ   Endamê Platforma Muzîkê Kemal Yildirim behsa girîngiya festîvalê kir û destnîşan kir ku armanca wan pêşxistina muîka Kurdî ye. Yildirim got: "Me pênc meh berê Platforma Muzîkê ya Bajêr ava kir û dest bi xebata xwe kir. Wekî saziyek, em li ser tiştên ku em dikarin bikin ji bo beşdarbûna çalakiyên çandî yên bajêr fikirîn. Piştî van nîqaşan, me biryar da ku Platforma Muzîkê ya Bajêr ava bikin. Pêdivî bi çalakiyên çandî û zimanî hebû û ev tiştek bû ku hewce dikir. Li bajêr gelek muzîkjenên jêhatî hene, her yek bi destkeftiyên xwe yên bêhempa. Bi damezrandina vê projeyê bi van hevalan re, me xwest hem çanda xwe biparêzin û hem jî muzîka Kurdî pêş bixin. Heta niha, em bi nêzîkî sed hevkarên xwe re li ser vê projeyê xebitîne."   Yildirim diyar kir ku piştî damezrandina Platforma Muzîkê ya Bajêr wan zû dest bi xebata li ser wê kirine û got: "Berê me bi hevkarên xwe re her kêmasiyek di qaada çandî de tespît dikir û wan çareser dikir. Me di pênc mehan de çar bernameyên mezin amade kirin. Bernameyên me pir baş diçin û niha, wekî platforma muzîka bajêr, em ji bo festîvalek pênc rojî amadekariyê dikin. Me ji bo gelê xwe festîvaleke bi naverokeke tijî amade kiriye. Taybetmendiyek din a bêhempa ya festîvalê ev e ku hemû hunermendên beşdar komên muzîkê ne. Em bi vê projeyê serketî bûn. Heta niha, 10 kom hatine amadekirin. Bernameya me dê di 10-14'ê Kanûnê de dest pê bike. Ji bilî platforma muzîka bajêr, armanca me ew e ku tevahiya bajêr di vê bernameyê de cih bigirin. Wekî din, rêxistinên civaka sivîl ên bajêr piştgiriyê didin vê bernameyê."   ‘BANGAWAZÎ’   Yildirim ku banga beşdarbûna festîvalê kir got: "Em li vir bang li gelê xwe dikin. Festîvala ku em ê li dar bixin dê 5 rojan bidome. Beşdarbûn dê belaş be, ji ber vê yekê em li bendê ne ku her kes beşdar bibe. Armanca me ew e ku em bajarê xwe bixemilînin û pêşve bibin û em dixwazin huner û hunermend bi gel re têkildar bin. Wekî platformeke muzîkê, xebata me bênavber berdewam dike. Em dixwazin her kes beşdarî festîvalê bibe."   Bernameya festîvalê bi vî rengî ye:    10 Kanûn    *Aryen Kom - 18.00   *Dîwana Jinan - 19.00   11 Kanûn   * Koma Sîya Roj - 18.00   * Koma Zeng - 19.00   12 Kanûn   *Kom Kurd - 18.00   *Siyabo - 19.00   13 Kanûn   * Ferec - 17.00 * Lez û Bez - 18.00   14 Kanûn   * Civata Muzîkê ya Egîtîm Senê-17.00   * Kuçeband - 18.00   MA / Bîlal Babat