Me texrîbata li bajarê Zenobiayê Palmîrayê tomar kir 2025-12-05 09:27:10   TEDMUR - Me wêraniya ku DAIŞ'ê li Palmîra, bajarê Şahbanû Zenobiayê kiriye, tomar kir. Cihê ku berê warê herî zindî bû, niha bûye bajarekî xeyalet.    Bajarê kevnar ê Palmîra (Tedmur) ku li bakurê rojhilatê Şamê ye û yek ji navendên çandî yên herî girîng ên cîhanê tê hesibandin, di sala 2015'an de bû hedefa DAIŞ'ê. DAIŞ'ê  gelek zirar daye bermayiyên li bajarê kevnar. Perestgeha Bel, Perestgeha Baal Şamîn, Kevana Serkeftinê, Abîdeya Tetrapîlon û çend goristan wêran bûn û her wiha amfî û kolana bistûn jî bi giranî zirar dîtin.     Ajansa Mezopotamyayê (MA) wêrankirina bajarê dîrokî ku di Lîsteya Mîrata Cîhanî ya UNESCO'yê de ye, tomar kir. Bajarê dîrokî niha di nav axa ku di bin kontrola HTŞ'ê de ye û birînên kûr ên şer hildigire. Ji ber şer û xetereyan, serdanên bajêr ji sala 2011'an vir ve bi tevahî rawestiyane. Di salên dawî de, hejmara mêvanên bajarê dîrokî kêm bûye. Tenê çend firoşkarên diyariyan û hin endamên HTŞ'ê li herêmê mane.   ŞOPÊN ÊRIŞÊ   Parçeyên peyker û bustên ku ji ber êrişên hewayî yên DAIŞ û rejîmê wêran bûne hîn jî li erdê ne. Stûnên hin perestgehan bi tevahî wêran bûne an jî zirar dîtine, lê tenê dîwarên yên din mane. Gelek stûnên li ser kolana bistûn jî wêran bûne. Kevirên li beşa pêş a amfîtiyatroyê ku bi çakûç û keraneyan hatine hilweşandin, li cihê xwe mane.     Tê diyarkirin ku li dora keleha dîrokî ya li ser girê ku bajêr dibîne teqemenî hene û ji ber nebûna tedbîran hin berhemên dîrokî bi demê re hatine dizîn.   NAVENDA QADA ŞER E!   Ji bilî bajarê kevnar ku bermayiyên kevnar lê hene, navenda bajarê Tedmurê jî rastî wêraniyeke mezin hatiye. Hema hema her beşek ji bajêr hatiye hilweşandin. Ji ber êrişên hewayî û pevçûnên dijwar, avahiyeke saxlem jî nemaye. Elektrîk, av û pergalên kanalîzasyonê jî zirareke mezin dîtine.     Hin malbatên xaniyên wan li taxên hundir in vegeriyane û di nav xirbeyên wê de dijîn. Lêbelê, piraniya nifûsê hîn jî li bajarên din dijî.   DER BARÊ PALMÎRAYÊ DE   Bajarê kevnar ê Palmîra ku wekî Tedmur jî tê zanîn, ne tenê li Sûriyeyê, di tevahiya dîroka mirovahiyê de yek ji girîngtirîn cihên arkeolojîk tê hesibandin. Palmîra, bajarekî kevnar ê çolî ku li navenda Sûriyeyê, bi qasî 215 kîlometreyan dûrî Humsê ye, di dîrokê de navendeke bazirganî û çandî bû di navbera Rojhilat û Rojavayê de.   Li bajêr gelek abîdeyên dîrokî, birc, peyker, stûn û perestgeh hene. Di sala 1980'yî de li Lîsteya Mîrata Cîhanê ya UNESCO'yê hat tomarkirin. DAIŞ'ê di Gulana 2015'an de Palmîrayê kontrol kir. Wan bi çakûç û teqemeniyan gelek zirar dan cihên dîrokî. Wan arkeolog Xalid el-Esed û gelek leşkerên rejîma Esed di nav amfîtiyatroyê de kuştin.     Palmîra wekî bajarê Şahbanû Zenobia jî tê zanîn. Şahbanû Zenobia di sedsala 3'yemîn a piştî zayînê de li dijî Romayê serî hildaye û li herêmeke berfireh hukum kiriye. Palmîra di dema serweriya Zenobia de di "serdema xwe ya zêrîn" de bû.    Piştre Palmîra ket bin kontrola Romayê. Hin çavkanî dibêjin ku Zenobia piştî ku hatiye girtin miriye. Lêbelê, der barê jidayikbûn an mirina wê de tu agahdariyeke teqez tune ye.   MA / Azad Altay