Di doza wek hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan de biryara beraetê 2025-12-05 12:27:43   WAN - Dadgeha Îstînafê, doza ku weke hinceta tayînkirina qeyûm li şûna Hevşaredarê Miksê Ayvaz Hazir nîşan dabû betal kir û der heqê Hazir de biryara beraetê da.    Der heqê Hevşaredarê Miksê ya Wanê Ayvaz Hazir de bi îdiaya “her çend endamê rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” doz hatibû vekirin û 3 sal û mehek cezayê hefsê lê hatibû birîn. Bi hinceta vê dozê Hazir ji peywirê hatibû girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. 2’yemîn Daîreya Cezayan a Edliyeya Herêma Wanê îtîraza li dijî biryara 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê nirxand û biryara beraetê da.    Dadgeha Îstînafê bi bîr xist ku xala 220/6 a ku sûcê “her çend endamê/a rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” verast dike ji hêla Destûra Bingehîn ve hatiye betalkirin û cezayê ji ber vî sûcî hatiye dayin jî li dijî hiqûqê ye. Bi vê boneyê jî Dadgeha Îstînafê biryara beraetê da.    DER HEQÊ DOSYAYÊ DE   Ji ber tevlibûna daxuyaniyeke 9 sal berê li Wanê hatibû dayin, der heqê Hazir de bi îdiaya “her çend endamê rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” doz hatibû vekirin. Piştî Hazir weke Hevşaredarê Miksê hat hilbijartin, ji heman îdiayê 3 sal û mehek cezayê hefsê lê hate birîn. Wezareta Karên Hundir jî di 29’ê Mijdara 2024’an de bi hinceta vê dozê qeyûm li şûna Hazir tayîn kir.