Dayikan got: Heta Rêberê me azad nebe aştî nabe 2025-12-07 09:26:00 EDENE - Dayikên ku di pêvajoya şer de gundên wan hatin şewitandin, neçarî koçberiyê bûn û zarokên xwe winda kirin, cenazeyên zarokên xwe xwestin û gotin: "Heta Rêberê me azad nebe aştî nabe." Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku bi hevdîtina Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi pêş ve diçe, di rojeva civakê de xwedî cihekî girîng e. Malbatên ku di pêvajoya şer a çil salan de gundên wan hatin şewitandin û berdêlên giran dan, bal kişandin ser girîngiya dîrokî ya bangê û bang li desthilatê kirin ku "ji bo çareserî û aştiya mayînde gav biavêjin".   'BILA GOREKE WÊ HEBE'   Malbata Oruç, ji ber ku di sala 1993'yan de mala wan a li gundê Alluzê yê navçeya Bismila Amedê hat şewitandin, neçar man koçî Edeneyê bikin. Zehra Oruç (Tamara Şîlan Sîpan) a ku li dijî zextan têkoşiya, di sala 2016'an de di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûr a Amedê de jiyana xwe ji dest da, lê cenazeyê wê nehat teslîmkirin. Dayika wê Bezo Oruç a ku bi salan e ji bo girtina cenazeyê keça xwe têdikoşe, dixwaze cenazeyê keça wê bidinê û goreke wê hebe.   'XWÎN LI GORISTANÊ DERKET'   Bezo Oruç, ewilî di sala 2017'an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê û Miduriyeta Emniyetê ya Amedê da û ji bo testa DNA'yê nimûneya xwînê da. Lêbelê, Daîreya Îxtisasê ya Biyolojiyê ya ATK a Stenbolê, di nivîsa 18'ê Tebaxa 2017'an a ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re şand de got: "Heta niha nehatiye şandin" û diyar kir ku nimûneyên xwînê yên Bezo Oruçê nehatine şandin. Li ser vê yekê Bezo Oruç, di 2018 û 2021'ê de dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê û Miduriyeta Emniyetê ya Amedê da. Ji ber ku dozgerî û emniyetê berê ji Bezo Orûçê xwîn girtibûn, di serlêdanan de dîsa xwîn negirtin. Dozgerî û emniyetê ji Bezo Oruçê re gotin "Encam nehatiye, bisekinin" û hemû serlêdanên malbatê bêencam hiştin. Lêbelê di 13'yê Gulana 2021'ê de şêniyên bajêr ên çûn Goristana Yenîkoyê ya Amedê, dema beşa "bêkesan" a li goristanê ziyaret kirin, tupên xwînê yên dagirtî û di axê de veşartî dîtin.   'DÊ EW KEÇIK BÊ GOR BE'   Dayik Bezo Oruç a ku diyar kir ew ji bo wergirtina cenazeyê keça xwe têdikoşin lê tevî vê yekê jî nagihîjin cenazeyên xwe, da zanîn ku amirekî polîsan li Amedê gotiye "dê ew keçik bê gor be" û ev tişt got: "Em cenazeyê xwe dixwazin. Em aştiyê dixwazin. Bila cenazeyê me bidin me û goreke wê hebe. Mafê tu midurê emniyetê tune ye bibêje 'wê gora wê çênebe'. Ma ev ne guneh e? Ji bo Xwedê ma ev heq e? Yê mirî ji gorê ranabe."   Bezo Oruçê xwest hemû dayik dest bidin hev û aştiyê bînin vî welatî û wiha pê de çû: "Em aştiyê dixwazin. Em jî gelê vî welatî ne. Heke ev welat xera bibe, tenê ji bo me ne, ji bo me hemûyan û ji bo wan jî xera dibe. Bila girtiyan berdin. Aştî û azadiya me girêdayî Rêberê me ye. Bila Rêberê me berdin."   'ÎŞKENCEYÊN GIRAN DÎT'   Yek ji dayikên ku li cenazeyê keça xwe digere jî Xeza Ozlu ye.Yek ji wan bi hezaran malbatan e ku di sala 1997an de piştî şewitandina gundê wan, ji gundê Mezrayê yê navçeya Elkêya Şirnexê koçî Edeneyê kirine. Keça Xeza Ozluyê, Sultan Ozlu di sala 1995'an de tevlî refên Têkoşîna Azadiya Kurd dibe. Xeza Ozlu û 2 zarokên xwe li Edeneyê rastî zext û îşkenceyên giran ên polîsan tên, di sala 2004'an de rastî îşkenceyê tê û 4 mehan girtî dimîne. Xeza Ozlu di sala 2007'an de dîsa tê girtin û 3 salan girtî dimîne. Ji ber îşkenceya lê hatiye kirin, bi salan tedawî dibîne. Di sala 1998'an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve agahî didin malbatê ku Sultan Ozlu li Dêrsimê jiyana xwe ji dest daye, lê di wê demê de malbat ji ber ewlehiyê nikare biçe Dêrsimê. Ji wê rojê ve aqûbeta cenaze nayê zanîn.   'BI MIRINÊ MIROV NAGIHÎJE CIHEKÎ'   Xeza Ozluyê rave kir kı 30 sal in aqûbeta keça xwe nizanin wekî dayikekê ji bo aştî were vî welatî û ne gerîla, ne esker, ne jî polîs nemirin têkoşîna aştiyê dide û ew dixwazin li vî welatî wekî xwişk û bira bijîn ev tişt got: "Daxwaza me pêkhatina aştiyê û dayîna cenazeyên zarokên me ye."    Xeza Ozluyê bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û hewldanên aştiyê yên Abdullah Ocalan, rexne li dewletê girt ku gavên şênber neavêtine û wiha axaftina xwe bidawî kir: "Em baweriyê bi dewletê naynin. 9 meh in tiştek nekiriye. Di 9 mehan de 10 dewlet li hev dihatin. Çima aştî çênebe? Min keça xwe winda kir û cenazeyê wê li holê tune ye, ez aştiyê dixwazim. Bi mirinê mirov nagihîje cihekî. Ez cenazeyê xwe dixwazin, bila goreke keça min hebe û biçim serdana wê. Em aştiyeke bi rûmet dixwazin. Bila Rêberê me berdin. Heta Rêberê me azad nebe aştî nabe."   MA / Hamdullah Yagiz Kesen