Beşdarên konferansê: Niha ne dema temaşekirinê, dema nivîsandina dîrokê ye 2025-12-07 09:55:12   STENBOL - Endama MYK’a DEM Partiyê Îlknûr Bîrolê bal kişand ser konferansa partiya wan li dar dixe û got: “Îro em ne di dema temaşekirinê, di dema nivîsandina dîrokê de ne.”    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoy a Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar dixe. Konferans, di roja duyemîn de ye. Beşdarên konferansê, peyamên derketin pêş nirxand. Prof. Cîhangîr Îslam, diyar kir ku konferans ji bo pêvajoya li Tirkiyeyê destpêkeke girîng e û eleqeya ji bo konferansê weke nîşaneya hêvî û daxwaza ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nirxand. Îslam, got: “Ev tişt cihê keyfxweşiyê ne. Tişta dikeve ser milê siyasetmedaran jî ew e ku bi lezgînî bersiva vê bidin.”    Bi domdarî Îslam îşaret bi tecrûbeyên şer-çareseriyê yên di konferansê de hatin parvekirin û got: “Li her devera cîhanê pêvajoyên mîna li Tirkiyeyê û yên hêj girantir qewimîne. Dîrok bi van hatiye tijekirin. Ev pirsgirêk ji hêla mirovan ve hatin derxistin û dê ji hêla wan ve bên çareserkirin. Bi demê re binhişekî xelet ava bû, her kes yên din cuda û newekhev dibîne. Bingeha xwe jî ji vê digire. Hûn Xezeyê dibînin, di salên 90’î de me Bosna dît. Me Iraq, Misr dît. Dema em van tevekan danin ser hev, yên ku dê çareser bikin em in. Pirsgirêk ne gel in, gel ne dilxwazin şer in lê ji ber mejiyeke xelet hatiye avakirin, ev encam derdikeve. Heke em gel bi destên hev bigirin, em ê bikarin van çareser bikin.”    Îslam, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo konferansê jî weke peyameke “çêker” nirxand û got: “Ev, destpêkek e. Hêvîdarim di pêvajoyê de civak ji hêla hiqûq û siyasetê ve dest bi rêwîtiyeke cuda bike.”    'GELEK DERSÊN BÊN GIRTIN HENE’   Endama MYK’a DEM Partiyê Îlknûr Bîrolê jî got dê peyam û tecrûbeyên di konferansê de hatine parvekirin ji bo pêvajoyê sûdewer bin û got: “Di vegotina van tecrûbeyan de jî aşkera bû ku pêvajoyên şer-çareseriyê di yekcarê de çareser nabin. Pêvajoyên wiha dirêj û bi nexşerêyên watedar dikarin pêş bikevin û bi ser kevin. Gelek dersên dikarin bên girtin hene.”    ‘NEXŞERÊYA ÇARESERIYÊ, TÊKOŞÎN E’   Îlknûr Bîrolê anî ziman ku di konferansê de hesta avakirina modela civaka nû ya li ser bingeha wekheviyê derketiye holê û nexşerêya vê jî têkoşîn e. Îlknûr Bîrolê, wiha domand: “Mirov dikare bibêje peyama birêz Ocalan, nivîseke berhevkirî yên peyamên heta niha hatine parvekirin e. Rê nîşan da. Ji bo aştî çêbibe divê çi gav bên avêtin, dê vî karî çi hêsan bike, di vê mijarê de xalên girîng hebûn. Birêz Ocalan, aştiyê û civaka demokratîk bi hev re tîne ziman. Ji hev cuda nake û dibêje ku ev rêwîtiyeke, têkoşîn e û jinûveavakirinek e.”    'DIBÊJE KU TÊKOŞÎNEKE JINÛVE PÊWÎST DIKE’    Di berdewamê de Îlknûr Bîrolê anî ziman ku Abdullah Ocalana dibêje ku hewceye zîhniyeta xwe ji şer û pevçûnan xweyî dike were tunekirin û wiha pê de çû: “Di esasê xwe de ev şikestinekî îdeolojîk e û vê pêşniyarî hemû civakê dike. Vê ne tenê bi gotinê, dibêje u rêxistinkirina wê, jinûveavakirina wê jî bi têkoşînê dibe. Pêşniyar dike ku vê pirsgirêka veguhastiye ser zemîna Meclisê, ji hêla hiqûqî û rewatiyê ve jî were misogerkirin û gav bên avêtin. Soza asoya pêşerojê dide civakê. Pêwîstiya jiyaneke wekhev, azad û mirovane jî bi sosyalîzmê tîne ziman. Bêguman di sedsala 21’an de zemîna nîqaşeke dewlemend jî pêşkeş dike.”    'RÊWÎTIYEKE NÛ DEST PÊ KIR’   Îlknûrê Bîrolê, got: “Hêvîdarin ku di vê meseleyê de êdî çek ji dewrê derkevin, zemîna demokratîk xurt bibe, kesên têkoşîna çekdarî didin tev li siyaseta demokratîk bibin û ji bo vê rê were vekirin. Erkekî girîng dikeve ser milê meclis, siyasetmedaran. Lê erka herî girîng dikeve ser milê gel. Dema civakê got ‘wiha na dome’, wê demê guherîn dibe. Di rêya aştiyê de hewceye civak ji têkilî û mekanîzmayên rê li ber nefretê vedikin bên rizgarkirin. Pêvajo wê demê dikare pêş bikeve. Karê sosyalîst û şoreşgeran jî ew e ku vê her tim bînin bîra civakê. Di roja me de êdî divê dîrok neyê temaşekirin, dîrok were nivîsandin. Rêwîtiyeke zehmet e, dê sibe jî neqede. Guherîn û veguherîna civakê dem dixwaze. Rêwîtiyeke dirêj dest pê kiriye. Ji her kesî re serkeftinê dixwazin.”    Bêrîvan Kaya ku ji bo şopandina konferansê hatibû jî got: “Me li tecrûbeyên cîhanê guhdarî kir. Hema hema li her derê pêvajo zehmet derbas bûne. Heman tişt jiyane. Tenê ya me hinek dirêj ajotiye. Lê hêviya min heye. Pêşketineke baş heye lê divê her kes şefaf be. Divê agahiyên rast bên parvekirin. Ji ber ku aştî tiştekî gelek biqîmet e.”    MA / Bêrîvan Altan - Hîvda Çelebî