Hîlala Zêrîn bi hunera xwe dîroka hatiye beravajîkirin ronî dike 2025-12-09 09:04:05 HESEKÊ - Akademiya Hunerê ya Bilind a Jinan a Hîlala Zêrîn ku sala xwe ya yekem temam kir, bi perspektîfa Jineolojiyê navendeke hilberîna hunerî ye. Rêvebera Akademiyê Evîn Paşoyê diyar kir ku armanca wan ew e ku heqîqeta hatiye berevajîkirin derxin holê û bang li hunermendan kir ku "ezmûnên xwe parve bikin". Jinên ku pêşengiya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, ne tenê di jiyana siyasî û civakî de, di heman demê de di çand û hunerê de jî veguherîneke pêk tînin. Ji perspektîfeke jîneolojîk ve dixebitin û di sînema, şano, muzîk û warên din ên hunerî de pir çalak in.     Sê sal berê, jinan di xebatên çandî û hunerî de gaveke girîng avêtin û Akademiya Hunerê ya Bilind a Jinan a Hîlala Zêrîn li Hesekê ava kirin. Akademiyê di 29'ê Mijdara 2024'an de bi fermî dest bi xebatê kir. 54 xwendekarên akademiyê jî jin in û temenê wan di navbera 18 û 30 salan de ye. Xwendekar ne tenê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, di heman demê de ji bajarên Sûriyeyê yên wekî Şam û Heleb jî ne. Akademî çar beşên sereke pêşkêş dike: muzîk, sînema, şano û wênesazî û peykersazî. Dema giştî ya xwendinê li akademiyê çar sal e. Di sala dawîn de, ders bi taybetî ji bo beşa bijartî tên pêşkêşkirin. Wekî din, hin ders ji xwendekarên di warên çand û hunerê yên curbicur de tên pêşkêşkirin.   Her çend xwendin bêheq be jî, hemû pêdiviyên xwendekaran bi awayekî kolektîf tên dabînkirin. Mamoste bi gelemperî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Derhêner, wênesaz û hunermendên ji deverên din ên Ewropa û Kurdistanê jî bi rêya qursên online beşdarî xebata li vir dibin.   Tê payîn ku mezûnên pêşîn di pêşerojê de wekî mamoste li saziyên girêdayî akademiyê bixebitin. Ji rêvebirên akademiyê Evîn Paşoyê têkildarî xebatên akademiyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.   JI HER BAJARÎ XWENDEKAR HENE   Evîn Paşoyê destnîşan kir ku Şoreşa Rojavayê di heman demê de "Şoreşa Jinan" e û got ku xebata Hîlala Zêrîn beşek ji vê pêvajoyê ye. Evîn Paşoyê got: "Yek ji wan deverên ku jin lê hatin sînordarkirin, hatina wan nehat qebûlkirin, an jî astengkirin huner bû. Akademî sê sal berê hat vekirin, lê di 29'ê Mijdarê de bi fermî dest bi xebatê kir. Em dikarin bibêjin ku di demeke hesas de hat vekirin. Ji aliyekî ve, rejîma Esed ku Kurdan paşguh dikir, hildiweşiya û ji aliyê din ve, mirov ji Şehbayê dihatin koçberkirin. Ji ber vê yekê, me merasîmeke vekirinê li dar xist ku hem şahî û hem jî xemgînî bû."   Evîn Paşoyê destnîşan kir ku akademî ji çar beşên cuda pêk tê û got: "Piştî sê salan, em qursên taybet pêşkêş dikin. Ne tenê ji Rojavayê, ji tevahiya Sûriyeyê xwendekar hene. Xwendekar ji Heleb, Kobanê, Reqa û Cizîrê hene. Hemû jî jin in. Em dixwazin qada hunerê bi zihniyeta jinane pêş bikeve. Pêvajoyeke perwerdehiyê bi perspektîfa Jineolojyê tê meşandin."      Evîn Paşoyê rave kir ku wan li herêmek ku bi krîzan re rû bi rû ye, akademiyeke wiha vekiriye û got: "Em li herêmeke wiha dijîn ku em her kêliyê bi îhtîmala şerekî cuda re rû bi rû ne. Ji aliyekî ve şerê leşkerî û derûnî heye û ji aliyê din ve krîzeke mezin û ambargoyeke mezin heye... Ev zihniyeta şer bandoreke neyînî li ser gelê Rojavayê dike."   PISGIRÊKA HERÎ MEZIN: MATERYAL   Evîn Paşoyê diyar kir ku ew ji bilî şer di warê çavkaniyan de jî zehmetiyan dikişînin û got: "Kurd bi salan e bi hunerê re eleqedar dibin, lê em di aliyê akademîk de zehmetiyan dikişînin. Li Bakurê Kurdistanê akademiyên mîna Cegerxwîn û Aram Tigran hebûn. Lêbelê, em di warê çavkaniyê de ji bo pêvajoyek ku dê sê an çar salan bidome zehmetiyan dikişînin. Me ji Bakurê Kurdistanê piştgiriyek baş wergirtiye. Başur jî xwedî ezmûn e. Lêbelê, xebata li wir bi zaravayê Soranî ye. Em nekarîne çavkaniyên têr ji wan derxînin. Meriv dikare bêje ku em di warê materyalên perwerdehiyê de zehmetiyan dikişînin."   Evîn Paşoyê destnîşan kir ku gelek kesên ku di warê çand û hunerê de dixebitin, ji ber vê sedemê zehmetiyên darayî kişandine û neçar mane ku welêt biterikînin û got ku ev rewş di dîtina mamosteyên ku li akademiyê ders bidin de pirsgirêkeke mezin çêkiriye.   BANG LI HUNERMENDAN    Evîn Paşoyê diyar kir ku ew hewceyê ezmûna her kesî ne ku di warê çand û hunerê de li Kurdistanê pispor in û got: "Hemû Kurd xwedî berpirsiyariyekê ne. Berpirsiyariya wan heye ku piştgiriyê bidin vê akademiyê. Divê ew ezmûnên xwe yên di warê hunerê de parve bikin."   Evîn Paşoyê diyar kir ku armanca wan a herî mezin vejandina rastiya dîrokî ya tahrîfkirî û veguhestina wê ji civakê re ye û got: "Yek ji armancên akademiyê yekkirina nasnameyên guhertî bi eslê wan ê rastîn e. Her wiha em dixwazin qada hunerê bi zihniyeta jinane pêş bikeve. Em bawer dikin ku jinên ku li vê akademiyê dixwînin dê bi ezmûna ku bi dest dixin, pêşengiya di qada hunerê de pêşengiya hemû jinan bikin."     'BILA DENGÊ HUNERÊ BILIND BIBE'   Evîn Paşoyê wiha domand: "Em li herêmeke wiha ne ku 13 sal in şer bênavber didome. Em dengê balafiran dibihîzin û girtîgeha DAIŞ'ê pir nêzîkî me ye. Lêbelê, em van dengan bi dengê muzîkê ditepisînin. Ji aliyekî din ve, gelek zehmetiyên aborî hene. Gelek malbat ji bo pêkanîna xewnên zarokên xwe xwarina xwe kêm dikin. Ew hewl didin ku ew perwerde bibînin. Ev rastiyek e. Ji ber vê yekê, em dixwazin dengê şer bi dengê hunerê bitepisînin. Em dixwazin li dijî bêheziyê hezê xurt bikin."   MA / Azad Altay