Carek din xwîn dan rojnameger Aykol 2025-12-15 16:16:22   ENQERE - Rojnameger Huseyîn Aykol du meh in di beşa çavdêriya awarte de tê tedawîkirin. Bijîşkan, careke din xwîn dan Aykol.    Rojnameger Huseyîn Aykol di 14’ê Cotmehê de dema li mala xwe ya li Enqereyê, xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê. Li nexweşxaneyê jî sê caran xwîn çû ser mejiyê Aykol û du meh in li beşa çavdêriya awarte tê tedawîkirin. Tedawî, niha bi antîbiyotîkan tê domandin.    Hat zanîn ku cara duyemîn xwîn dan Aykol.