Tehliyeya girtiyê nexweş Yildirim bi îdiaya axaftina 'rêxistinî' hat astengkirin 2025-12-16 09:00:46   ÇEWLIK - Malbata girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim ê ku 30 sal in girtiye, diyar kir ku tehliyeya wî bi îdiaya bi "rêxistinî" axiviye û ferzkirina "poşmaniyê" qebûl nekiriye, cara 3'yemîn tehliyeya wî hatiye astengkirin û got: "Ev pirsên ku ji kesê 30 salên xwe daye Tevgera Azadiyê tên kirin, ne hiqûqî ne."   Tehliyeya girtiyê nexweş ê 73 salî Mehmet Saît Yildirim ê ku li Girtîgeha Hejmar 1 Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin, cara 3'yemîn hate astengkiirin. Li ser daxwaza Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ya Girtîgehê, bi hinceta ku "rêxistinî" axaviye, "nebaşhal e" e û "poşmanî nîşan nedaye", 9 mehan hate taloqkirin.   Dihat payîn ku Yildirim ê 31 sal in di girtîgehê de ye, di 27'ê Sibata 2025'an de bihata berdan. Lêbelê lijneyê tehliyeya Yildirim taloqî 27'ê Kanûnê kir. Beriya tehlieya Yildirim bi çend rojan, lijneyê vê carê tehliye taloqî 25'ê Tebaxa 2026'an kir. Îtiraza parêzeran jî hate redkirin.   Birayê Yildirim, Selim Yildirim, li dijî biryarê nerazîbûn nîşan da û got, hiqûqa dijminatiyê li ser Kurdan didome. Yildirim destnîşan kir ku nêzîkatiya dewletê ya li hemberî girtiyên nexweş, baweriya bi pêvajoyê qels dike û daxwaz kir ku girtiyên nexweş bên berdan.   'PIRSÊN TÊN KIRIN NE HIQÛQÎ NE'   Yildirim destnîşan kir ku îdareya girtîgehê ji bo astengiya tehliyeyê hincetên nû pêşkêş dike û ev tişt got: "Birayê min 30 salên xwe temam kir. Diviya bû di 27'ê Sibatê de bihata berdan, bi hinceta 'poşmanî nîşan nedaye' û bi malbata xwe re 'rêxistinî' axiviye, tehliyeya wî hate astengkirin. Îdia dikin ku di axaftina li ser telefonê ya heftane de 'rêxistinî' axiviye. Di sala 2015’an de 9 rojan li girava Îmraliyê ma. Ji ber nexweşiya dil, bi hinceta tenduristiyê ji wir sewqî cihekî din kirin. Tevî ku cezayê wî yê muebedê yê giran nîne û cezayê hucreyê jî nîne, ew 8 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Ji ber ku di axaftina bi birayê xwe re gotinên Seyîd Riza bi kar anîye û malbata xwe 'rêxistin kiriye' tehliyeya wî çarede din hate astengkirin."   Yildirim li dijî ferzkirina 'poşmaniyê' nerazîbûn nîşan da û wiha pê de çû: "Ya herî girîng jî hinceta qebûlnekirina poşmaniyê ye. Pirsên wisa ku ji kesê 30 salên xwe daye Tevgera Azadiyê tên kirin, ne hiqûqî ne. Li vir ya ku dixwazin bêjin, bicîneanîna hiqûqê ye. Li hemberî me Kurdan hîn jî hiqûqa dijminatiyê bi kar tînin."   'TIŞTÊN KU DIVÊ BIKIN, PÊK NAYÎNIN'   Yildirim bi bîr xist ku birayê wî tevî nexweşiya xwe di hucreya yekkesî de tê ragirtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bira min 2 caran baypas û anjiyo bûye. Nexweşiya wî ya Koah û ji pişikê emeliyat bûye û fitiq di stûyê wî de heye. Rexmê van nexweşiyan jî di hucreyê de tê ragirtin. Bi van hincetên pûç nayê berdan. Pêvajoyek dest pê kiriye. Ew nêzikatî ne li gorî ruhê pêvajoyê ne. Tiştên ku divê bikin, pêk naynin. Bi van hincetan cezayê wî 9 mehên din hate dirêjkirin û ji bo 25'ê Tebaxê hate taloqkirin. Ya ku li me tê kirin, zilm e. Hemû malbat bi nexweşiya dil e. 2 meh berê me birayekî xwe ji ber krîza dil wenda kir. Ez bi xwe jî baypas bûm û di dilê min de pîl heye. Ev jî li ser psîkolojiya me bandorên neyînî çêdike."   'BILA LI GORÎ RUHÊ PÊVAJOYÊ TEVBIGERIN'   Yildirim destnîşan kir ku ew bawerî bi pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, tînin û axaftina xwe bi dawî kir: "Ya herî girîng jî pêvajoyek didome û nêrîna dewletê ya li pêvajoyê ev e. Divê berî her tiştî birayê min û hemû girtiyên ku cezayê xwe temam kirine, tavilê bên berdan. Ji bo ku bawerî bi pêvajoyê çêbibe, divê baldar bin ji bo rewşa girtiyan. Em bawerî bi dewletê naynin. Ji ber ku ji Qanûnên Takrîr-î Sûkûnê, Dadgehên Îstîklalê, Dadgehên Ewlekariyê ya Dewletê û dadgehên bi destûrên taybet heta îro li ser Kurdan hiqûqeke cuda hatiye sepandin. Ji ber sepanên di pêvajoya aştiyê ya berê de, baweriyê nadin. Em bawerî bi pêvajoya ku rêzdar Ocalan daye destpêkirin, tînin. Em daxwaz dikin ku girtiyên nexweş tavilê bên berdan û dewlet jî li gorî ruhê pêvajoyê tevbigere."   MA / Şîlan Şîrvan Çîl