Di kenê Nazim de şoreş veşartî bû 2025-12-16 09:05:45   RIHA - Nazim aliyê kêm ê sal û erdnîgariya ku em lê dijîn bi kena xwe vegot. Ew ken, Nazim bir Rojava, axa ku şoreş lê ji dayik bûye. Dema li Rojava bû jî Nazim veguhastina her geşedanê domand. Nazim, li dû xwe di demên herî zor û zehmet de pratîka rojnamegerî çawa tê kirin, wek mîras hişt.   Dema mirov behsa mirovekî, diyardeyekê an serdemekê dike, carinan kêlî têrê dikin. Hewcedarî bi vegotina kronolojiyeke dirêj, dîrok an tevahiya çalakiyan nîne. Wêneyekî tenê yê aîdî dîrokê, peyveke tenê ya der barê bûyerê de, kêliyek aîdî kesekî bes e. Ji ber vê yekê ez difikirim ku ji bo vegotina Nazim hewce nake mirov hevokên zêde saz bike. Dema dixwazim Nazim vebêjim, parve bikim, dostanî, dilgermî, xebatkarî û dilsoziya wî ragihînim, hevrêyê ku bi kena xwe coş dida cihê ku lê dijî û tevgerê çêdikir, di hişê min de zindî dibe.   Min Nazim bi pênaseya Adnan Yucel, "Di bedewiya şerekî de" nas kir. Dema em ji bo xebateke rojevê ya ajansa nûçeyan a em lê dixebitîn (Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê / DÎHA) ku diviyabû bêkêmasî bihata şopandin hatin gel hev, min bi wê kena wî ya bîhna şoreşê jê dihat, nas kir. Hîn di kêliya ewil de Nazim bi xebat û afirandina xwe îspat kir ku ew ken mizgîniya şoreşê ye. Nazim ê ku ji gundê Dîbeglî yê navçeya Giyadîn a bajarê piçûk ê Serhedê Agiriyê bû, ji bo xwendina zanîngehê hatibû Dîlokê, li hemberî înkara nasnameya xwe, tunehesibandina zimanê xwe û têkoşîna jiyanê ya malbata xwe ya bi zehmetî, bi kena xwe bersiv dida. Dema sînema dixwend, digot ku divê sînemaya şoreşê ne bi zimanê yê bindest, divê bi kenê berxwedêr bê çêkirin. Di rojnamegeriya wî de jî ev fikra wî dibû meşaleya ku riya wî vedikir.   Dema xwendina xwe û rojnamegeriyê didomand, em bi hev re bi tariya DAIŞ’ê re rûbirû bûn. Dema DAIŞ li Kobanê di hewldana îspatkirina îdeolojiya xwe ya tarî de bû, li ser sînor em dîsa bûn şahidê wê kenê Nazim. Bi kenê xwe digot "Kobanê nakeve" û mizgîniya serkeftina şoreşgerên ku 126 rojan berxwedan, dida. Mirovahiya cîhanê bi dîmenên ku Nazim li ser sînor kişandin, bû şahid bê kî bi kê re ji heman tasê av vexwariye û nan xwariye. Yek ji faktorên sereke yên ku şoreşgeran ji her alî ve kişand ser sînor û berxwedanê, dîmenên ku ji aliyê Nazim ve hatine kişandin bûn. Li aliyê din ve kenê Nazim piştgirî dida şoreşgerên ku li ber xwe didan û bi taritiya DAIŞ’ê re têdikoşiyan.   Xwestin ku berdêla wî kenê bi girtîgeh û zextê bi Nazim bidin dayîn, lê Nazim dev ji ken berneda. Dema li taxa Beybahçe ya Dîlokê komkujî li dijî Kurdan dihate kirin, ew bêyî teredûd nîvê şevê vegeriya qada xebatê. Belkî jî cara ewil min halê Nazim ê nedikeniya di şopên wê komkujiyê de dît. Zarokê biken, cara ewil li goristanê, li cihê komkujiyê bû şirîkê êşa wan mirovan û ragihand ku komkujî çawa pêk hatiye.   Veguhestina mirovan a ji bo DAÎŞ’a ku li Cerablûsê serdest bû, dîsa Nazim tomar kir. Nazim mohra xwe li gelek ‘yekemîn’ên ku ez nikarim bijmêrim xist. Nazim aliyê kêm ê sal û erdnîgariya ku em lê dijîn, bi kene xwe vegot. Ew ken, Nazim bir Rojava, axa ku şoreş lê ji dayik bûye. Dema li Rojava bû jî Nazim veguhastina her geşedanê domand. Ew êdî nûçegihanekî şer û avakirinê bû, lê ken ji bîr nekir. Li Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berfirehbûna YPG/YPJ’ê ya ber bi QSD’ê ve û avakirina pêvajoya avakirina pergala gelan a bi hev re, şopand.   Nazim, li dû xwe di demên herî zor û zehmet de pratîka rojnamegerî çawa tê kirin, wek mîras hişt. Di berxwedana li Bendava Tişrînê de jî di refên herî pêş de bi gel re cih girt. Hewldana afirandina tirs, fikarê ya di navbera gelan de ku argumana bingehîn a şerê taybet e, bi kena xwe têk bir. Di kêliya digotin "Bendav ket" de, derket ser bendê û serdestiya tam a hêzên azadiyê ji raya giştî ya cîhanê re ragihand. Ji ber vê yekê bû hedefa rasterast a şerê “taybet”. Wesayîta ku bi hevrêyê xwe yê rojnameger Cîhan Bîlgîn re lê siwar bûbû da ku berxwedana li nuqteyeke din bikişîne, bû hedef.   Xwestin kena Nazim bitemirînin. Lê hevrêyê min soz be ji te re, ew kena te dê bi awayê ku di bîra min de maye veşartî bimîne. Ez bawer im ku di hişê şopdarên te de jî dema bêjin Nazim, rojnamegerê şoreşger û kena te dê bê bîra wan.   MA / Mûrat Çîftçî