Welatiyên Agiriyê ji bo rêya bixeter daxwaza çêkirina rêyek alternatîf kirin 2025-12-16 09:09:37   AGIRÎ - Rêya navneteweyî ya E-5 a ku di navçeya Avkevirê re derbas dibe, jiyana welatiyan dixe xetereyê. Welatiyan nerazîbûn nîşan dan û gotin: "An ji me re rêyeke alternatîf an jî divê serbihur bê çêkirin."   Rêya navneteweyî ya E-5 a ku di navçeya Avkevir a Agiriyê re derbas dibe, rêya 7 gundan digire. Miduriyeta Giştî ya Rêbejê (KGM) rêyeke alternatîf venake, bi vî awayî hem jiyana gundiyan dixe xeterê û hem jî rê veguhestina wan asteng dike. Welatiyan anîn ziman ku ewlehiya jiyana wan nîne û ev çend roj in rê li trafîkê digirin. Welatiyan destnîşan kirin ku wan beriya niha gelek caran daxwaza çêkirina serbihurê kirine, lê hemû serlêdanên wan bêbersiv mane.   ‘EM LI DORA NAVÇEYÊ 5 KÎLOMETREYÎ DIZIVIRIN’   Welatiyê mexdûr ê bi navê Engîn Kaya, anî ziman ku ew mexdûr in û got: "Ev mehan e em mexdûr in. Dema em zarokan dişînin dibistanê, em gelekî ditirsin. Rêyeke alternatîf an jî serbihur tune ye. Em zarokan di nava ewqas trafîkê re derbasî aliyê din dikin. Rêya ku em berê di nîv saetê de dihatin navçeyê, niha neçar dimînin di 2 saetan de werin. Em li dor navçeyê 5 kîlometreyî dizivirin. Em ji rayedaran re dibêjin; tavilê ji me re çareseriyekê bibînin. Divê yan ji me re serbihur, an jî rêyeke ku gundî bikaribin bi kar bînin vekin."   ‘MIN LI SER VÊ RÊ QEZAYÊ KIR Û MEHEKÎ DI NEXWEŞXANÊ DE MAM’   Umut Aslan diyar kir ku rêbej a E-5 xetereyekî cidî çêdike û got: "Em ji ber rêbejê bi mehan e mexdûr in. Dema em dixwazin biçin nexweşxane an jî cihekî din, em neçar dimînin bi deqeyan bimeşin. Bavê min kal e û divê ez her tim wî bibim cem bijîşk. Ew kal, ji bo derbasî aliyê din bibe, neçar dimîne bi deqeyan bimeşe. Me gelek caran serlêdan kir lê kesî dengê me nebihîst. Ji ber vê rêyê min qezaya trafîkê derbas kir û nêzî mehekê ez di nexweşxaneyê di beşa çavdêriya awert de mam. Divê rayedar tavilê çareseriyê ji me re bibînin."   ‘GER RÊ VENEKIN EM Ê ÇALAKIYÊ BIDOMÎNIN’   Welatiyekî navçeyê yê bi navê Mehmet Taşpinar, nerazîbûna xwe nîşan da û got: "Li malê zarokên min ên astengdar hene, neçar dimînim wan bibim tedawiyê. Lê ji dema ku ev rê hatiye çêkirin, metirsiyeke zêde çêbûye, wesayît bi lezeke zêde derbas dibin. Em her roj bi tirs zarokan dişînin dibistanê. Çavên zarokê min nabîne, ez destûrê nadim ku derkeve derva ji ber ku tirsa li wan bixin heye. Ger ji me re çareseriyê nebînin, em ê çalakiyên xwe bidomînin û rêyan bigirin."    Welatiyê bi navê Hasan Kaya jî nerazîbûna xwe wiha anî ziman: "Em kal in û ji bo derbasî aliyê din bibin, em bi deqeyan dimeşin. Rewşa me xirab e û em nikarin pêdiviyên bi cî bînin. Divê rayedar ji me re çareseriyekê bibînin û vê rêyê vekin."   MA/ Bîlal Babat