Ji meteorolojiyê hişyariya berf û baranê 2025-12-16 10:01:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barîna berf û baranê kir û ji welatiyan xwest tevdîrên xwe bigirin.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rewşa hewayî ya rojane parve kir. Midûriyetê got ku li bendê ne li bajarên Êlih, Mêrdîn û Sêrtê û derdora wan barînên zêde bibarin. Ji bo bakur û rojhilatê Herêma Serhedê û derdora Amedê jî hişyariya şilope û berfê kir.    Di raporê de hate destnîşankirin ku li bendê ne li Êlih, Amed, Sêrt û Mêrdînê baran û li Erzirom, Wan û Qersê jî şilope û berf bibare.    Midûriyetê got ku dê li bajarên bakurê Kurdistanê pêla germahiyê bikeve bin germahiya asayî ya demsalê.