Piştî 31 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe 2025-12-17 11:44:04 MÊRDÎN – Welat Esen ku piştî 31 salan ji girtîgehê derket, vegeriya bajarê xwe Mêrdînê. Esen got: "Ez bawer dikim ku rojên azad nêzîk in." Welat Esen, girtiyê 31 salan û helbestvan ku di 28'ê Mijdarê de ji Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Antalyayê hat berdan, vegeriya bajarê xwe Mêrdînê. Piştî serbestberdanê, Esen ji bo muayeneyên tenduristiyê û serdana heval û xizmên xwe çû Îzmîrê. Îro sibehê li Mêrdînê li balafirgehê hat pêşwazîkirin. Xizm, endamên Komeleya Alîkarî û Hevgirtinê bi Xizmên Girtî û Mehkûman re (TUHAYDER) û welatiyan ew pêşwazî kirin. Esen her kesê ku ji bo pêşwazîkirina wî hatibû hembêz kir.   Esen ku li ber deriyê balafirgehê bi çepikan hat pêşwazîkirin, got: "Piştî salan, em hatin berdan, vegeriyan bajarê xwe. Em hêvî dikin ku Serokê me û hevalên me yên din jî di demeke nêzîk de azadiya xwe bi dest bixin û em ê wan di nav xwe de bibînin. Ez bawer dikim ku rojên azad nêzîk in. Em hemû li benda wan rojan in."   Dû re, rêveberê TUHAYDER'ê Fettah Tekîn jî axivî û got: "Em li benda Serokê xwe û hevalên xwe yên din in ku azadiya xwe bi dest bixin. Em dixwazin bi hev re Serokê xwe û hevalên xwe pêşwazî bikin. Her hevalek ku ji zindanê tê berdan hêzê dide me. Em wî dîsa dibêjin tu bi xêr hatî."    Dû re Esen û hevalên wî ber bi bajarê navçeya Dêrikê ve çûn. Li ber deriyê navçeya Dêrikê ji aliyê girseyeke mezin ve hat pêşwazîkirin û bi çepik û tilîliyan çû mala malbata xwe.