Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar 2025-12-24 15:02:06 MÊRSÎN - Cîgirê Serokê Giştî yê EMEP’ê Sedat Başkavak di çalakiya protestokirina zema ji bo mûçeyê kêmtirîn hatiye kirin de axivî û li dijî hewldana mayindekirina erzankirina kedê û xizaniyê, banga têkoşîna hevpar kir.    Partiya Kedê (EMEP), li dijî zema ji bo mûçeyê kêmtirîn hatiye kirin ku bû 28 hezar û 75 lîre, li Parka Ozgur Çocuk a li navçeya Akdenîz a Mêrsînê daxuyanî da. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê jî piştgirî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Divê mûçeyê kêmtirîn derxin astekî ku mirov bikare pê bijîn” hate hilgirtin.    Cîgirê Serokê Giştî yê EMEP’ê Sedat Başkavak di daxuyaniyê de got ku sînorê birçîtiyê derketiye 30 hezar lîre û sînorê xizaniyê jî nêzî 100 hezar lîreyan bûye û ev tişt anî ziman: “Di rewşekî wiha de kedkar û malbat neçarî heqdestekî wisa hatin kirin ku nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn jî pêşwazî bikin. Wezîrê Xebatê li ser televîzyonê dibêje ‘Me nehişt xebatkar di bin enflasyonê de bieciqin.’ Di demeke her serê deqeyê ji bo qersê 40 hezar û 227 lîre tên xerckirin de ji bo mehekê tenê 28 hezar lîreyan li malbatan ferz dikin. Kesên mûçeyê kêmtirîn digirin nikarin ser sifreya xwe goşt bibînin lê qesr milyonan xerc dike. Ji bo karkeran zemekî mirovane tune ye, ji bo xwendekaran, ji bo cotkaran piştgirî tune ye. Lê ji bo sermayeyê heye. Îktîdara AKP’ê nîşan dide bê ka li cem kê ye.”    BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR      Başkavak, da zanîn ku derdorên kedê bêdeng in û ev jî dike ku pergala kedxwariyê bidome. Başkavak, da zanîn ku rêya rizgariya ji vê rewşê, têkoşîneke birêxistinkirî ye û banga têkoşîna hevpar kir.    Daxuyanî bi dirûşmên “Bimre pergala koletiya bi heqdest”, “Em ê teslîmî hejariyê nebin” û “Budçeya ne ji qesrê re, ji kedkaran re” bi dawî bû.