DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir 2025-12-25 13:02:40 ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, têkildarî êrişên zayendperest û nîjadperest ên hin komên alîgir li dijî siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê kirin, serlêdana sûc kir.    Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, têkildarî êrişên zayendperest û nîjadperest ên ji ewil ji hêla alîgirên Bursasporê re hatin destpêkirin û bi alîgirên Ankaragucu, Samsunspor, Goztepe û Rîze Sporê berdewam kirin, serlêdana sûc kir.    Hevserokên giştî, bi rêya parêzerên xwe der heqê şexsên di nava alîgirên Bursasporê de tev li tezahûratên sûc bûne, lîder û amîgoyên trîbûnan ên ev çêr û heqaret organîze kirin, rêveberên Kuluba Bursasporê, komên alîgir ên Ankaragucuyê û yên ew araste kirin û nûner û çavdêrên TFF’ê yên di musabeqeyan de cih girtin, li Sedozgeriya Komarê ya Enqereyê serlêdana sûc kir.    Serlêdana sûc, ji ber sûcên “heqaret”, “xerab bikaranîna peywirê”, “sûcê nefret û cihêkariyê”, “sorkirina gel, tehrîk û biçûkxistin” û “sorkirina ji bo sûc” hate kirin. Di serlêdanê de hate gotin ku tu eleqeya Leyla Zanayê bi futbolê re nîne lewma hedefgirtina wê ne êrişeke şexsî ye lê êrişeke li dijî nasnameya jinê û nasnameya Kurdan e. Hat gotin ku tezahûrat, bi hestên nîjadperest û zayendperest hatiye kirin.    Her wiha hate destnîşankirin ku ev êriş, êrişeke yekser a li dijî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Hevserokan, diyar kir ku êrişa hatiye kirin êrişeke organîzekirî ye û hewldana sabotekirina pêvajoya heyî ye.