Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin 2025-12-26 13:31:04 AMED - Di civîna Meclisa DTSO’yê de bang li Meclisê hat kirin û hat xwestin ku ji bo aştî û aboriyê gavên şênber bên avêtin.    Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), li avahiya xwe civîna meclisa xwe li dar xist û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand. Div civînê de Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya axivî û diyar kir ku di vê qonaxê de divê Meclis gavên şênber biavêje. Kaya, destnîşan kir ku komîsyona li Meclisê ji bo aştiyekî mayînde qonaxekî girîng e û divê tavilê verastkirinên qanûnî bên kirin û ev tişt got: “Divê lêçûnên ji bo ewlehiyê bên kêmkirin û ji bo razemeniyê, hilberînê û kar bên veqetandin. Nediyarî li pêşiya aboriyê astengiyekî mezin e. Ji bo xurkirina pêvajoyê gavavêtina TBMM’ê berpirsiyariyekî dîrokî ye.”    BERTEKA LI DIJÎ MÛÇEYA KÊMTIRÎN    Kaya, rave kir ku mûçeya kêmtirîn a ku hatiye diyarkirin li hemberî enflasyonê têrî debara malbeteke ji çar kesan pêk tê nake û desntnîşan kir ku divê modeleke hem karker hem jî kardêr biparêze bikeve meriyetê û wiha pê de çû: “Bi mûçeyên heyî ve debar dijwar e. Ev yek jî dîtina karkeran zehmet dike û dibe sedema koça nifûsa ciwanan ber bi bajarên rojava û derveyî welat.”     ‘DIVÊ DERIYÊN SÎNOER JI BO BAZIRGANIYÊ BÊN VEKIRIN’   Kaya, anî ziman ku divê Deriyê Sînor ê Nisênînê ji bo bazirganiya di navbera Sûriyeyê û ev pêdiviyek stratejik e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê tavilê Deriyê Sînor ê Nisêbînê bê vekirin. Bi vekirina derî ve dê lêçûnên lojîstîk kêm bibin û dê şîrketên Amed û bajarên herêmê bikaribin xwe bilez bighînim navendên bazirganiyê yên wek Şam û Helebê. Ger ev derî neyên vekirin dê ev fisend ji destê me biçe.”