Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide 2025-12-28 11:31:19 MÊRSÎN - Weqfa Ensarê ku bi îstîsmarkirina zarokan di rojevê de ye, dê li Mêrsînê di çarçoveya protokola bi Wezareta Perwerdeyê re hatiye îmzekirin de dersa “exlaqê” bide xwendekaran.    Weqfa Ensarê ku bi îstîsmarkirina bi dehan zarokan di rojevê de ye, dê di çarçoveya protokola ÇEDES’ê ya bi Wezareta Perwerdeyê de li dibistanên Mersînê di mijaren “Di Çil Dersan de Exlaq” û “Di Çil Dersan de Eshab” de bi navê “Emanetî te” pêşbirkê li dar bixe. Serlêdanên pêşbirkê dê di 15’ê Çileyê de bi dawî bibe û vê pêşbirkê rê li ber bertekan vekir. Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ê Mêrsînê Mahmût Sumbul, da zanîn ku di serî de Weqfa Ensarê li Mêrsînê di bin navê “Emanetî te” pêşbirkan li dar dixin. Sumbul, got ku di pêşbirkan de mijarên “Di Çi Dersan de Exlaq” û “Di Çil Dersan de Eshabe” de pêşbirkê li dar dixin.    Sumbul, diyar kir ku bi ÇEDES’ê re pêvajoyeke cuda tê meşandin û êdî protokol salane tên nûkirin û ev rewş ne tenê terîqet û cemaetan lêbelê avadaniyên li ser xeta şoven û nîjadperest jî di bin navê “ji bo civakê sûdewer in” derbasî dibistanan dibin. Bi domdarî Sumbul, destnîşan kir ku cihêkarî li zarokan tê kirin û zarok bêyî agahiya malbatan tev li van sepanan tên kirin û got: “Bi sepanên feraseta perwerdeyê ya Tirkîtî, sunîtî û zilam esas digirin re zarokan dibin navendên baweriyê yên cuda û cihêkariyê li zarokên ji baweriyên cuda tê kirin.”    Sumbul, anî ziman ku ew rast nabînin ku nirxên gerdûnî yên weke exlaq û etîkê bi rêya xelatên pereyê li zarokan tên ferzkirin û got: “Ev nêzikatî, ne li gorî rêgezên perwedeya gerdûnî ne, ne li gorî rêgezên pedagojiyê ye ne jî li gorî nirxên exlaqî yên civakî ne.”    'NABE KU ZIMANÊ DAYIKÊ DERSA BIJARTE BE’       Di berdewamê de Sumbul îşaret bi şêweyê cîbickirina ÇEDES’ê û wiha pê de çû: “Ev sepana ÇEDES’ê bi destê diyanet, terîqet, cemaetan tê meşandin. Ev tiştekî xelet e. Bernameyeke partiyekê di mufredata civakê de tê bicihkirin. Li gel dersên mecbûrî yên olî, her wiha dersên bijarte jî mecbûrî dikin. Lêbelê perwerdeya bi zimanê dayikê tê bisînorkirin. Di pêvajoyeke behsa pêvajoya aştiyê tê kirin de nabe ku hûn perwerdeya bi zimanê dayikê weke dersa bijarte bidin.”    'ZAROK BIRÇÎ NE LÊ BUDÇEYÊ JI BO TERÎQETAN ÇÊDIKIN’     Sumbul, got ku li dibistanan bikaranîna tiryakê zêde dibe, zarok birçî diçin dibistanê, malbat nikarin pêdiviyên dibistanê yên zarokan pêşwazî bikin û modêla perwerdeya biwesf kêm e û axaftina xwe wiha qedand: “Li cihekî zarok birçî diçin dibistanê, budçeyê ji bo diyanet, terîqet û cemaetan vediqetînin. Dixwazin zarokên serî ditewînin û yektîp bigehînin. Zarokan di temenekî biçûk de bi rêya MESEM’an dişînin pîşesaziyê. Pergal bi vî rengî tê domandin. Divê malbat destûrê nedin ku zarokên wan bêyî agahiya wan tev li çalakiyên derveyî dibistanê bên kirin. Ji bo perwerdeyeke hemdem, zanistî, azadîxwaz, laîk, demokratîk, bêpere em bi hev re têbikoşin. Ji bo mafê perwerdeyê yê zarokan û pêşeroja welêt, ev mijar jiyanî ye.”    MA / Abdulkadîr Ayten - Mehmet Guleş