Gelaleya rapora dawîn ji partiyên siyasî re hate şandin 2026-02-10 14:30:48 ENQERE - Komîsyona Meclisê, gelaleya rapora dawîn ku ji hêla koma nivîsînê ve hatiye amadekirin, ji partiyên siyasî re şand.    Komîsyona Meclisê ku bi mebesta çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatiye avakirin, gelaleya rapora dawîn a ji hêla koma nivîsînê ve hatiye amadekirin, ji partiyên siyasî re şand.    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; çarçoveya bi gelaleya raporê re hatiye parvekirin dê di bin sîwana komîsyonê de bi berfirehî were nirxandin û piştî nirxandinan dê şiklê dawî yê raporê bê amadekirin.    MA / Omer Gungor