Ji HRANA’yê rapora roja 50’an: 226 jê zarok, 6 hezar û 734 kes hatin qetilkirin 2026-02-16 11:03:42 NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî rapora HRANA’yê ya 50 rojên çalakiyên li Îran û Rojhilat, heta niha 226 jê zarok bi giştî 6 hezar û 734 kes ji hêla rejîmê ve hatine qetilkirin.    Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) ku li Îran û rojhilatê Kurdistanê weşanê dike, rapora xwe ya têkildarî 51 rojên çalakiyên li Îranê aşkera kir. Li gorî daneyên piştrastkirî, hejmara kesên di çalakiyan de jiyana xwe ji dest dane derket 7 hezar û 15 kesan. Hat gotin ku 214 kes ji hêzên rejîmê ne û 67 kes jî sivîlên eleqeya wan bi çalakiyan re tune ne. Di raporê de hate gotin ku 226 jê zarok bi giştî 6 hezar û 734 kes ji hêla hêzên rejîmê ve hatine qetilkirin.    Di raporê de hate gotin ku 11 hezar û 744 bûyerên mirinê jî li benda piştrastkirinê ne; 25 hezar û 845 sivîl birîndar bûne; 144 jê xwendekar bi giştî 53 hezar û 552 welatî hatine girtin; 11 hezar û 53 kes ji bo îfadeyê bang lê hatiye kirin; 355 kes jî bi darê axaftin pê dane kirin û di bin navê “îtîrafê” de di televîzyonên rejîmê de hatine parvekirin.