Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket 2026-02-16 12:36:25 NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket.  Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket. Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol di şandeyê de cih digirin.    Şande, herî dawî di 17’ê Çileyê de çûbû serdana Abdullah Ocalan.