Rêveberê DEM Partiyê Aslan hate girtin 2026-02-16 16:02:50   RIHA - Rêveberê DEM Partiyê yê Rihayê Huseyîn Aslan, bi hinceta ku tev li çalakiyên li dijî êrişên ser Rojava bûye, hate girtin.    Rêveberê rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê Huseyîn Aslan hate girtin. Aslan, bi hinceta ku di 8’ê Çileyê de li navçeya Pirsûsê tev li meşa ji bo Kobanê bûye, bangî îfadeyê hatibû kirin. Aslan ku ji bo îfadeyê çû dozgeriya Pirsûsê, bi îdiaya “li ber xwe daye û nehiştiye polîs karê xwe bikin”, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hate kirin. Dadgeriyê, biryara girtinê da û Aslan şand Girtîgeha Tîpa T a Rihayê.