Avahiya Ronahî TV’yê bi temamî şewitî 2026-03-12 09:31:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Li navenda Ronahî TV’yê ya li Qamişloyê şewat derket û avahî bi temamî şewitî.    Li navenda Ronahî TV’yê ya li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şewat derket. Şewat li tevahiya avahî belav bû û hemû studyo û ekîpman bi temamî şewitîn. Ji ber şewatê, televîzyonê ji neçarî navbera da weşana zindî.    Têkildarî sedema derketina şewatê lêpirsîn hate destpêkirin.