Li Qamişlo û Hesekê Newroz hat pîrozkirin 2026-03-17 15:36:31 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hesekê û Qamişloyê agirê ewil ê Newroza 2026'an hat vêxistin.  Li bajarê Qamişlo û Hesekê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agirê ewil ê Newroza 2026'an hat vêxistin.    QAMIŞLO   Rêveberiya Dibistanan a bajarê Qamişloyê, bi boneya nêzîkbûna 21'ê Adarê, çalakiyek li dar xist û agirê Newroz dada. Mamoste û malbatên Şehîdan bi cil û bergên xwe yên Kurdî beşdarî çalakiyê bûn. Cihê çalakiyê jî bi al û sembolên Kurdî hat xemilandin.   Beriya ku meşaleya Newrozê were pêxistin, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê Ubeyd Etê axivî. Ubeyd Etê di axaftina xwe bal kişand ser berxwedana gelê Kurd a di 21'ê Adarê de û çawa li zulmê rizgar bûn. Piştre meşaleya Newrozê hat pêxxistin û li ber stranên şoreşgerî û gelêrî yên Kurdî govend hatin gerandin.   Endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî li pêşiya avahiya xwe ya li bajarê Qamişloyê agirê Newrozê pêxistin û li dora agir govend gerandin.   HESEKÊ   Meclisa Bajarê Hesekê îro çalakiya pêxistina agirê Newrozê, li dar xist. Endamên meclisê, nûnerên partiyên siyasî û tevgerên civakî, her wiha rayedarên hikûmeta demkî beşdarî çalakiyê bûn. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevserokê meclisa bajêr Farûq Tozo axivî û diyar kir ku Newroz destpêkek nû, ji nû ve jidayikbûna jiyanê û bidawîkirina neheqiyê ye. Tozo bal kişand ser sembolîzma Newrozê ya dîrokî ji bo gelê Kurd û têkoşîna berdewam a ji bo domandina agirê Newrozê .   Tozo diyar kir ku pîrozkirina Newrozê tê wateya xurtkirina nirxên azadî û nûjenkirinê û girêdana wan a bi nasnameya wan a çandî û yekitiya civakî nîşan dide.   Piştî axaftinê agirê Newrozê dadan. Çalakiyên pîrozbahiya Newrozê dê heta 21`ê Adarê dewam bikin.