Dadgehê biryar da ku Pervîn Buldan bi zorê bînin dadgehê 2018-10-04 14:17:07   ENQERE - Di danişîna doza darizandina Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan de, dadgehê bi hinceta “Ji ber ku parastinê nake, doz tê derengîxistin” de, biryar da ku Buldan bi darê zorê bînin dadgehê.    Danişîna doza darizandina Hevseroka Giştî ya Partiya Demokartîk a Gelan (HDP) ê Pervîn Buldan a ji ber axaftinên di çalakiyan de kirin bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hat vekirin, li 18’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat dîtin. Parêzerê Buldan Bayram Arslan beşdarî danişînê bû. Arslan ê daxwaznameya nivîskî pêşkêşî dadgehê kir, anî ziman ku mûwekîla wî parlamentere û xwest, li gorî madeya 83’yemîn a Qanûna Bingehîn biryara “darizandinê bê rawestandin.”     DADGEHÊ BIRYAR DA KU BULDAN BI DARÊ ZORÊ BININ DADGEHÊ   Dozgerê Komarê Necatî Kayakozu, diyar kir ku daxwaza Arslan ne li gorî qanûn û usûlê ye, xwest daxwaza Arslan bê redkirin. Serokê Dadgehê jî, daxwaza Arslan red kir û ji bo Buldan parastin bike, biryar da ku bi darê zorê bînin dadgehê. Serokê Dadgehê piştî biryarê danişîn taloq kir.