‘Kujerê Kûdret Kalkanê Vedat be, kujerê Vedat jî dewlet e' 2018-10-05 09:21:26 RIHA - Vedat Kalkan ku di girtîgehê de ji ber îşkenceyê nxeweşîna bîpolar û şîzofreniyê lê peyda dibe, bêyî ku bê tedawîkirin wî dibin leşkeriyê. Kalkanê nehat tedawîkirin, hevjîna duyem a bavê xwe Kûdret Kalkanê dikuje. Xwişka wî Hediye Kalkan got: "Ger kujerê Kûdret Kalkanê Vedat be, kujerê Vedat jî dewlet e."  Li navçeya Wêranşar a Rihayê, Vedat Kalkanê 25 salî di sala 2011'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat binçavkirin. Di dema binçavkirinê de Kalkan bi awayekî dijwar tê îşkencekirin û ji ber îşkenceyê nexweşîna bîpolar û şîzofreniyê lê peyda dibe. Kalkan 5 salan di girtîgehê Riha, Şirnex, Semsûr, Tokat û Gîresûnê de dimîne. Di sala 2016'an de dema tê berdan piştî du mehan wî dibin leşkeriyê, lê belê Kalkan çend caran fîrar dike. Piştî bijîşk raporê didê wî dibin nexweşxaneyê û piştî tedawiyê tê tabûrcîkirin. Piştî demekê Kalkan, hevjîna duyem a bavê xwe Kûdret Kalkanê (37) kêr dike û dikuje.    Xwişka wî Hediye Kalkan, got kujerê Vedat Kalkan dewlet e.    'WEXTA NEHATIBÛ GIRTIN SIHETA WÎ BAŞ BÛ'    Kalkan, bilêv kir ku wexta birayê wê nehatibû girtin tenduristiya wî baş bû, lê belê piştî hat girtin derûniya wî xirab bû. Kalkan got: "Dema hat binçavkirin hat îşkencekirin. Paşê hat girtin. Hevalên wî yên girtîgehê digotin li girtîgehê birayê we tê îşekencekirin. Li wir enxweş ket. Lê belê nehat tedawîkirin. Her ku çû nexweşîna wî girantir bû û ji ber vê wî dixistin hucreyê. Piştî 5 salan hat berdan."    WÎ BIRIN LEŞKERIYÊ    Kalkan, diyar kir ku piştî birayê wê di sala 2016'an d ehat îşkencekirin 2 meh şûnde ew birine leşkeriyê, lê belê ji ber derûniya wî nebaş bû ew çûne Nexweşxaneya Gata ya Enqereyê û piştî bijîşk fêm kir birayê wê "girtiyê siyasî" ye gotiye "dikare leşkeriyê bike". Kalkan got: "Bijîşk bêyî ku birayê min muayene bike rapor da. Min ji wan re got rewşa birayê min nebaş e. Min got ger zirarê bide kesekî/ê berpirsiyar ne em in. Lê belê dîsa jî rapor danê."    Kalkan, diyar kir ku birayê wê gelek caran ji leşkeriyê firar kiriye û got: "Li leşkeriyê jê re digotin 'terorîst' û heqaret lê dikirin. Dema li Balikesîrê leşkerî kir 3 caran firar kir. Lê dîsa jî me ew şand. Paşê bijîkeke din ew muayene kir û got şîzofren e. Piştî vê raporê me ew ji leşkeriyê anî. Her wiha ENxweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê jî rapora ji sedî 45 a bîpolarê daayê. Nexweşxaneyê got divê heta sax be bê tedawîkirin û dermanan bixwe. Li Nexweşxaneya Tendursitiya Ruh a Dr. Ekrem Tok a Edeneyê 20 rojan hat tedawîkirin."    Kalkan, bilêv kir ku birayê wê di 15'ê Mijdara 2017'an de ji nexweşxaneya li Edeneyê tabûrcî bûye û hatiye Wêranşarê cem malbatê. kalkan, anî ziman ku diviya birayê wê bihatana tedawîkirin û derman bixwarana, lê belê ji ber cihê lê dima guh nedia vê yekê rewşa wî girantir bûye. Kalkan, destnîşan kir ku birayê wê û hevjîna duyem a bavê wê Kûdret Kalkanê li hev nedikirin û ji ber vê du caran hatiye gilîkirin lê polîsan guh endaya van giliyan.    'BIHATAN TEDAWÎKIRIN DÊ WISA NEKIRINA'    Kalkan, anî ziman ku birayê wê bêdeng bû û behsa roja bûyerê kir: "Ji ber vê cinayetê em pir xemgîn in. Wexta birayê min nehatibû girtin yekî di halê xwe de bû. Me daxwazname ji wezaretên dad û tenduristiyê re şandin. Wî dibirin revîreke normal. Ger li nexweşxaneyekê bihatana tedawîkirin, dê neketana vî halî. Dê ev cinayet pêk nehatana. Jinek hat kuştin. Ne ewbûna belkî ez an jî kesekî din bûna. Belkî li kuçeyê zarokek an jî kesek din bikuştana. Ji zarokatiya xwe ve bi şideta dewletê re rû bi rû mabû. Kes xwedîtî lê nekir. Ger îro kujerê Kûdret Kalkanê Vedat be, kujerê Vedat jî dewlet e. Herî dawî bû kesekî ku zirarê bide civakê. Halbû bihatana tedawîkirin dê ev cinayet pêk nehatana."    Kalkan, diyar kir ku piştî cinayetê birayê wê hatiye girtin û li girtîgehê di hucreyeke yek kesî de dimîne. Kalkan, anî ziman ku hêla din doza trîlyonek pere li wan dike. Kalkan got, piştî vê cinayetê gumana wan ew e ku cinayetek din pêk bê.    MA / Arjin Dilek Oncel