Ji ber peyva 'kiryar nediyar' pêşnizyanameya der barê Doza Pasûrê de hat îadekirin 2018-10-05 09:25:22 ENQERE - Der barê 11 gundiyên di sala 1993'yan de bi darê zorê hatin windakirin û wekî Doza Pasûrê tê zanîn, ji bo lêkolînê pêşnizyanmeyek berpêşî Serokatiya Meclîsê hat kirin. Lê belê Serokatiya Meclîsê bi hinceta di naveroka pêşniyaznameyê de peyva "kiryar nediyar" heye pêşniyazname îade kir.  Li navçeya Pasûr a Amedê di sala 1993'yan de 11 gundî bi darê zorê hatibûn windakirin. Di danişîna 19'ê Îlonê a doza ku wekî Doza Pasûrê tê zanîn de, dadgehê bi hinceta "demboriyê" doz betal kir. Der bar vê yekê de Parlementerê HDP'ê yê Agiriyê Abdullah Koç ji bo lêkolînkirina vê yekê pêşniyaznameyek berpêşî Serokatiya Meclîsê kir, lê belê Serokatiya Meclîsê bi hinceta di naveroka pêşniyaznameyê de peyva "kiryar nediyar" heye, pêşniyazname îade kir.    Di pêşniyaznameya hat berpêşkirin da ev tişt hatin gotin: "Li vî welatî zêdetirî 40 sal in ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd înfazên bêdaraz, kuştin, valakirina gundan û bi awayekî sîstematîk îşkence pêk hatin. Rêveberiya Awarte bi Qanûna Bingehîn a darbeyê ya 1982'yan de ji xwe re zemîneke rewa dîtiye û piştî di sala 1987'an de hat rakirin, li bajarên kurdan gund hatin valakirin û ji ber valakirina gundan ber bi bajarên emzin ve koçberî dest pê kirin û cinayetên kiryar nediyar desst pê kirin."    Ji ber hin îfadeyên di pêşniyaznameyê de, pêşniyaznameya Koç hat îadekirin.    Pêşniyazname bi îmzeya Serokê Meclîsê Bînalî Yildirim hat îadekirin. Bi hinceta peyvên "kuştin", "koçberiya bi zorê", "cinayetên kiryar nediyar", "înfazên bêdaraz", "windakirina di bin çavan de" pêşniyazname hat îadekirin. Di îadekirina pêşnizyanameyê de hat derpêşkirin ku ev peyv "qebe û tehl" in.