Aydenîz a HDP’î: Hikûmetê ji 6 û 8’ê Cotmehê ders dernexist 2018-10-05 10:44:21   DİYARBAKIR - Bi ser bûyerên 6-8’ê Cotmehê yên Kobanê re 4 sal derbas bûn. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, a wê demê xebatkara tenduristiyê bû, berî bûyeran û piştî bûyeran vegot û got: “Hikûmetê ji wê serdemê qet ders dernexistiye.”   Bi ser çalakî û bûyerên 6 û 8’ê Cotmeha 2014’an ên ji bo piştgiriya Kobanê hatin li darxistin re 4 sal derbas bûn. Li gel daxuyaniyên Serokê Giştî yê AKP’ê Teyyîp Erdogan ên “Ket dê bikeve” û êrîşên DAIŞ’ê yên herî giran jî Kobanê neket. Berevajî bi rêzê Tîl Hemîs, Tîl Beraq, Şedadê, Hol, Eyn Îsa, Girê Spî, Sîrrîn, Tîşrîn, Mînbîc, Tebqa û Reqqa yên dibin dagirkeriya DAIŞ’ê de hatin rizgar kirin.   Di 5’ê Cotmeha 2014'an de çawan ku DAIŞ ket navenda bajêr a Kobanê, di serî de li Tirkiye û Kurdistanê li  hemû cîhanê bi milyonan Kurd daketin qadan. Li bajarên Kurdan ên li Tirkiyeyê bûn weke topek agir, “Qedexeyên derketina derve” hatin îlankirin. Di bûyerên li Amed, Mûş, Êlih, Dîlok, Wan, Riha, Sêrt, Mêrdîn, Çewlîk, Stenbol, Îzmîr, Edene û hwd, rû dan de pevçûn derketin.    OCALAN PÊŞNIYAR KIR   Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan, piştî bûyeran di 9’ê Cotmaha 2014’an de daxuyanî da bêyî navê HDP’ê bide wiha got: “Li hemberî van çalakiyan girînge ku partiyên me yên siyasî bi baldarî tevbigerin. Gotinên teşwîq kirina tundiyê, rageşiyê û vandalîzmê, berpirsên xwîna diherike û canên jiyana xwe ji dest, didin e.”       Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên wê serdemê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, piştî daxuyana Erdogan di heman rojê de daxuyanî dan û wiha gotin: “HDP’ê di bangên xwe yên ji bo piştgiriya Kobanê de, kes dawetî tundiyê nekirine. Bangê hatin kirin jî bangên mirovî bûn.”    Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê, di navbera 7 û 12’ê Cotmeha 2014’an de, di çalakiyên ji bo Kobanê de li tevahiya welat 46’an jiyana xwe ji dest dan, 682 kes birîndar bûn û 323 kes jî hatin girtin.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê, derberê bûyerên kesên di çalakiyan de jiyana xwe ji dest dayîn de lêpirsîn da destpêkirin. Lê ligel ku 4 sal derbas bûn jî, ji bilî endamên Partiya Huda Parê Yasîn Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş û Hasan Gokguz ên jiyana xwe ji dest dan, têkildarî kuştina tu kesên din lêpirsîn nehat vekirin.     Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Salîha Aydenîz, a wê demê li Amedê xebatkara tenduristiyê bû, berî bûyeran û piştî bûyeran vegot. û got: “Hikûmetê ji wê serdemê qet ders dernexist.”   ‘GEL JI BO KOBANÊ DAKETIN QADAN’   Aydenîz, berxwedana li Kobanê pêş ket, weke berxwedana gelan a li dijî hişmendiya DAIŞ’ê bin av kir û wiha axivî: “Gotina Erdogan a ‘ket dê bikeve’ hêrsa Kurdan û dostên Kurdan mezintir kir. Ji ber vê yekê gel daket qadan û  li dijî vê gotina Erdogan serî rakirin. Rastiya Kobanê ya berxwedan derxistî holê, heya niha li Tirkiyeyê nehatibû dîtin. Ji ber vê îro li Tirkiyeyê krîza aborî û  siyasî tên jiyîn.”   ‘HIKUMET BERPIRS BÛ’   Aydenîz, diyar kir ku ji bo lêpirsîna bûyeran bi dehan car pêşniyar pirs hatin kirin û wiha got: “Lê AKP tim bûyer red kirin. Berpirsê hemû bûyeran AKP bi xwe bû. Li dijî bertekên bi maf ên gel, provokasyona hat kirin. hikûmeta jî berpirsê van provokasyonan bû. Wê demê di servîsa 112’an dixebitîm. Roja bûyer derketin nobedarê ambulansê bûm. Raste rast bûm şahid. Polîsan li dora ambulansa ciwanên li Fîskaya birîndar bibûn girtin. Destûr nedan em ciwanan bibin nexweşxanê. Hêzên tarî wê rojê di dewrê debûn. Herî dawî komên wiha me di pevçûnên Sûrê de dîtin. Bi van provokasyonan xwesti morale bibin çeteyên DAIŞ’ê yên li Kobanê.”      ‘DERS DERNEXISTIN’    Aydenîz, di dewama axaftina xwe de wiha pê de çû: “Di bûyerên rû dan de tenê ji bo 4 kesan lêpirsîn û doz hat vekirin. 46 kesan jiyana xwe ji dest dabûni lê tenê ji bo 4 kesan doz hat vekirin. Gelo çima ji bo 42 kesên din doz nehat vekirin? Ji xwe derdekê hikûmetê yê bûyerên rûnî bike tunebû. Tenê xwestin ser provokasyonan bigirin. Tirkiyeyê ji wê serdemê qet ders dernexist. Ger ders derxistiban, dê pirsgirêka gelê Kurd bi rêyên demokratîk çareser bikiran.”   ‘PARLAMENTER Û SIYASETMEDAR GIRTIN'   Aydenîz, da zanîn ku di civîna Desteya Ewlekariya Mîllî (MGK) a di 30’ê Cotmaha 2014’an de biryar hatin girtin û wiha  bilêv kir: “Biryarên di MGK’ê de hatibûn girtin, kirin pratîkê. Tiştên di sê salên dawî de hatin jiyîn nîşaneya vê yekê ne. Parlamenter û siyasetmedar hatin girtin. Qeyûm tayînê şaredariyan kirin. Bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Sazî û dezgehên me girtin. Hikûmet îro jî, di çarçoveya wan biryaran de tevdigere.”   ‘KURDAN TU CARÎ GAV PAŞVE NE AVÊTIN’    Aydenîz, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hikûmet ligel polîtîkayên êrîş û zextên jî ne gehişt armanca xwe. Gel Kurd tu carî teslîmî van polîtîkayan nebûn. Gelê Kurd carî gav paşve ne avêt. Gelê Kurd ligel hûme polîtîkayan jî xwe hîn zêdetir bi rêxistin kirin û têkoşîna xwe pêşdetir birin.”