Di serdegirtina malan de gellek kes hatin binçavkirin 2018-10-05 12:23:13   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Wan, Mêrdîn, Riha, Erzirom, Hatay û Edeneyê polîsan bi ser gelek malan de girt û gellek kes binçav kirin. Polîsan li Wanê bi ser mala rojnameger Adnan Bîlen de jî girt.    Li Wanê serê sibê polîsan bi awayek hemwext bi ser gellek malan de girt. Polîsan bi ser mala Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci de girt û wê û apê wê Zubeyîr Bagci binçav kir. Hat zanîn ku Bagci di çarçoveya dosyeyek din jê tê darizandin hefteyê 4 rojan diçû emniyetê îmzeyê.  Li taxa Mergî ya navçeya Qelqeliyê rêveberê HDP’a Qelqeliyê Veysî Gursel hat binçavkirin û ew birin Miduriyeta Polîsan a Qelqeliyê.    Polîsan li navçeya Erdîşê jî bi ser mala rêvebera HDP’ê Ayfer Sayat a li taxa Yeşîlova rûdinê girtin û ew binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Edîşê.    Polîsan li navenda Wanê bi ser mala rojnameger Adnan Bîlen de jî girtin û li malê lêgerîn pêkanîn. Sedemê serdegirtina malê nehat zanîn. Hat zanîn ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe.    LI ERZIROMÊ 10 KES HATIN BINÇAVKIRIN  Li navenda Erzirom û navçeya wê Qereyaziyê polîsan bi ser mala gellek welatiyan de girt. Welatiyê bi navê Saît Kanmaz li navenda Erziromê hat binçavkirin. Li navçeya Qereyaziyê jî Umît Sonmez, Yakup û Şehmuz Bulbul û Yunus û Aydin Seven hatin binçavkirin. Sedemê binçavkirina welatiyan nehat zanîn û ew birin miduriyetên polîsan.  Li navçeya Tekmanê ya Erziromê polîsan bi ser mala rêveberên DBP’ê de girtin û Abdullah Akkus, Abdulkadîr Denîz, Bakî Ozdemir, Adnan Bîngol hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina 4 kesên nehat zanîn birin Miduriyeta Polîsan a Tekmanê.    LI EDENE 12 KES HATIN BINÇAVKIRIN    Li Edeneyê jî serê sibê polîsan bi awayek hemwext bi ser gellek malan de girt. Di serde girtina malan de polîsan dest danî ser alavên elektronîk. Polîsan piştî malan ser û bin kir 6 kesên navê wan nehat zanîn jî binçav kir û ew birin Miduriyeta Polîsan Edeneyê.    Polîsan li taxên Kuçukkirim, Yersuat, Belediyeevlerî û Altiocak ên navçeya Ceyhanê jî bi ser gellek malan de girt. Polîsan deriyê malan şikand û kel û melên malan li nav hev xist. Di serdegirtinê de welatiyên bi navê Îsmet Aksal, Mehmet Atabay, Huseyîn Kaya, Haşîm Zîrek, Alî Osman Utar û Eyup Beytekîn biçnav kir û ew birin Miduriyeta Polîsan a Ceyhanê.    LI RIHAYÊ KESEK HAT BINÇAVKIRIN    Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê jî polîsan bi ser mala Şemsa Dagdelen Erdemcî ve girtin û ew binçav kirin. Hat zanîn ku dê Erdemcî 24 saetan nikaribe bi parêzer xwe re hevdîtin bike.    LI HATAYÊ ENDAMEK HDP’Ê HAT GIRTIN Li navçeya Dortyolê ya Hatayê endamê HDP’ê Hayrettîn Ozbay yê hat binçavkirin derxistin edliyeyê û bi îdiaya li ser medya civakî “propaganda rêxistinê kiriye” hat girtin. Ozbay şandin Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê. LI QOSERÊ HDP’YÎ Û DBP’YÎ HATIN BINÇAVKIRIN Li navçeya Qosera Mêrdînê jî polîsan bi ser gellek malan de girt û di serdegirtinê de mal hatin serûbinkirin û welatî binçav kirin. Di serdegirtina malan de endam û rêveberên berê yên HDP’ê û DBP’ê Hamdiye Turgay, Yasemin Demirkaya, Melahat Oral, Hakki Akansel, xebatkarên şaredariyê yên berê Hamdullah Eres, Serdar Çetîn û Mesut Yigît hatin binçavkirin. Hinceta binçavkirinê nehat zanîn û binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Qoserê. Hat gotin dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.