'Hûn me nas nakin, li têkoşîna me binêrin’ 2018-10-05 15:03:39   STENBOL – Rêveberên SYKP’ê binçavkirina hevserokê xwe yê giştî Ahmet Kaya şermezar kirin. Rêveberan got “Heke hûn me nas nakin, li têkoşîna tevgera me binêrin.”    Hevserokê Partiya Rizgariya Ji Nûve Sosyalîst (SYKP) Ahmet Kaya dema duh ji Antalya hat Stenbolê li Balafirgeha Sabîha Gokçen li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Atnalya hat binçavkirin. Kaya îro birin Miduriyeta Polîsan a Antalya.    Rêveberên Navenda Giştî yên SYKP’ê û parlamenterên HDP’ê Oya Ersoy, Tulay Hatîmogullari û Zuleyha Gulum, Partiya Şoreşger, Partiya Çep a Kesk, ESP û SODAP’ê li avahiya SYKP’ê ya Stenbolê civîn li dar xistin û binçavkirina Kaya şermezar kirin.    Endamê MYK’a SYKP’ê Çetîn Ak di civînê de axivî û got biryara binçavkirinê kêfî ye û nokteya eziyeta dawî dide nîşandan. Ak da zanîn ku ew hîn nebûne û ew ê hînî hînbûna binçavkirinê nebin û dixwazin binçavkirina Kaya tirsê bixin ser partiya wan. Ak got: “Heke hûn me û partiya me nas nakin, li têkoşîna tevgera me binêrin.”