11 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin 2018-10-05 15:30:21   ÎZMÎR -  Li Menemenê, di saetên serê sibê de polîsan bi ser gelek malan de girtin û 11 kes binçav kirin.    Li Taxa Hasarlik a navçeya Menemen a Îzmîrê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin û 11 kes binçav kirin. Navê  11 kesên bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin wihane:  “Halîl Guçlu, Firat Saatçî, Okan Altun, Îbrahîm Dag, Serdar Dag, Yusuf Çil, Erhan Kiliç, Baran Kalkan, Hakan Çakal, Yîgît Oste û  Ahmet Eroglu.”   Polîsan 11 kesên binçav kirin, birin Şaxa TEM’ê.